BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG bi daxuyaniyekî nivîskî agahiyên di derbarê çalakîyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker de parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 17’ê Îlonê saet 16:17’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyên qedexe tunelên me yên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin, bi taktîka sabotajê hatin rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
🔸 18’ê Îlonê saet 17:50’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirker dema ku xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.
🔸 17’ê Îlonê saet 17:35’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
🔸 18’ê Îlonê saet 15:20’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên me yên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 1 dagirker hate cezakirin.
🔸 18’ê Îlonê saet 17:50 û 18:40’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin.
🔸18’ê Îlonê saet 20:45’an hêzên me yên tankê ku xwestin tunelên me yên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe bikin, bi çekên navîn ên otomatîk mudaxele kirin. Piştî destwerdana hêzên me ev tank neçar ma paşde vekişe.
🔸 17’ê Îlonê saet 11.20’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Baharê derbên giran ên dagirkeran bi çekên doçka hate rawestandin.
🔸 17’ê Îlonê saet 15:40’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Bahar a dagirker bi teknîkeke taybet hatiye hedefgirtin û gulebarankirin. 6 dagirkerên ku derbên giran li wan xistin hatin cezakirin, 1 bombeavêja zincîrê û depoya cebilxaneyê ya dagirkeran teqiyan û hatin rûxandin.
2. Herêma Metîna;
🔸18’ê Îlonê saet 07.00’an li herêma Berxwednê ya Şêlazê bi taktîkeke sûîqestê droneke çeteyan a bi teqemenî hate xistin.
🔸Di 18’ê Îlonê de li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe li hember tunelên me yên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bikin, mudaxele kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker astekê paşde vekişiyan.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 18’ê Îlonê de tunelên me yên li Herêma Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metîna bi balafirên bê mirov ên teqemenî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 17 û 18’ê Îlonê de li dijî Herêmên Berxwedanê Berbizinê, Sinînê, Kendekola, Goşînê yên herêma Xakurkê 11 caran, Dêrîk, Bilindbazê, Kanî Sarkê, Bêpala herêma Qendîlê, Girê Şehîd Hîwa 6 caran êrîş hatin kirin; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 27 caran hatiye bombekirin.
🔸 Di 17 û 18’ê Îlonê de li herêma Berxwedanê ya Girê FM ya herêma Rojavayê Zapê 2 caran Şehîd Delîl û 2 caran jî li herêma Serê Metîna ya herêma Metîna; Bi helîkopterên êrîşê bi giştî 4 caran hate bombekirin.
19 Îlon 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê