Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

YCÊ bi semînerekê derbarê peymana 9’ê Cotmehê beşdarî komxebatekê bûn

Di çarvoveya Komxebata "Li hember kirîza Dewlet û Destilhadariyê, Têkoşîna Azadî û Tifaqa Gelan" ya ku li meclisa Şengalê hat lidarxistin Yekitiya Ciwanên Êzîdxan semînerek li ser peymana 9'ê Cotmehê amadekir

Edîtor: Helmet Dêrelok
19/09/2024 - 17:00
di nav Başûr, Çalakî, Cenga Azadiyê Serbixînîn, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin, Video
Reading Time: 6 mins read
A A
YCÊ bi semînerekê derbarê peymana 9’ê Cotmehê beşdarî komxebatekê bûn
ParvekeTweet

ŞENGAL- Li meclisa Şengalê doh komxebatê bi navê “Li hember kirîza Dewlet û Destilhadariyê, Têkoşîna Azadî û Tifaqa Gelan” hat lidarxistin. 60 kesayetên Êzidî, Ereb û Tirkmen beşdar bûn. Gelek sazî amade bûn û parêzerê Rêber Apo Omer Guneş jî bi peyameke bi dîmen beşdar komxebatê bû.

Pîştî deqeyeke rêzgirtin, endamê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) Hemo Şengalî derbarê rola peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo semînerekê da. Hemo Şengalî axivî û got :

“Ev peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê sala 2020 çêbû. NY’ê, bi navê aramî û ewlehiya Şengalê berpirsyariya vê peymanê girt ser xwe, lê êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî di nav salên borî de her ku çû girantir bû.

Hemû peyman, lihevkirin û planên li dijî Kurdistanê û Êzîdxanê girêdayî Peymana Lozanê hatine mohrkirin. Peymana Sadabadê ya sala 1937’an, Peymana Bexdayê ya sala 1955’an, Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an, Peymana Edeneyê ya 1998’an, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an… Bi cewherî, çavkaniya van hemû peymanên li dijî hebûn û azadiya gelên herêmê, Peymana Lozanê û sîstema wê ya qirkirinê ye.

Her çiqas du aliyên fermî yên vê peymanê xuya bikin jî, dewleta Tirk a dagirker hêza esasî ya li pişt vê peymanê bû. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê zext li Iraqê kiribû. Ji xwe, piştî ragihandina vê peymanê bo raya giştî, dewleta Tirk û Emerîkayê ev lihevkirine yekser pêşwazî kirin.

Ev peyman, berdewama komploya navnetewî ye û komployeke nû ya li ser civaka Êzidî û Şengalê ye. Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo ku bi dîlgirtina fîzîkî bi encam bûbû, niha li dijî paradîgma û sîstema ku li ser fikrê Rêbertî hatiye sazkirin bi komplo, êrîş û peymanên nû berdewam dikin. Piştî komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an, dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê êrîşêke dagirkeriyê da destpêkirin, salek piştî wê di heman dîrokê de li dijî Sîstema Demokratîk a Êzidxanê ya li ser heman fikrî hatiye avakirin, peymanek hate îmzekirin.

Civaka Êzidî, ji roja destpêkê ve li dijî vê peymanê derket û ev peyman wekî ‘Fermana Yasayî’ binav kir. Civaka Êzidî bi vê tarîfa xwe rastiya peymanê raxistibû ber çavan. Civaka Êzidî dît ku di pişt xalên vê peymanê de ku bi zimanê ‘siyasetê’ hatibû amadekirin, fermaneneke nû heye. Bi cewherî Peymana 9’ê Cotmehê piştî fermana bi destê DAÎŞ’ê, vê carê jî di bin berpirsyariya NY’ê de ‘Fermana Spî’ li civaka Êzidî hate ferz kirin. Ji bo naveroka vê peymanê û armanca wê baştir bizanin, pêwîstî bi çavek li xal û hurdekariyên vê peymanê gerandin heye.

Çima peymana 9 cotmehê? Destpekê em hinekê dîroka PDK’ê ya li Şengalê binirxînin, di sala 2003’yan de PDK li Şengalê serwer bû. Ew dem hikumeta herêma Kurdistanê Reveberiya Şengal xistibu bin kontrola xwe û parastina Şengal û gundên derdorê jî kiribû wezîfeya xwe. Pêşmergeyên PDK’ê parastina sinorên Şengal dikirin. Û ewlehiya hundirîn jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve dihat kirin. Di sala 2007’an de Heyva Sor a Iraqê texmîn kir ku barhilgirên kamyonên madeyên teqemenî û bombeyan 796 kes kuştine û 1,562 kesên din birîndar kirine. Piştî êrîşên 11’ê Îlonê di warê hejmara kuştiyan de ev duyemîn êrîşa herî mezine ku li cîhanê, pêk tê. Ew trele yên derbasî Sîba Şêx Xidir û Til-Ezer bun li ber seytereya Pêşmergeyan re derbas bûn û wisa xwe di nava wan kesan de teqandin. Ev dide nîşandan ku ew ji vêya berpirsyar in.

Ev derbas bu, Êzidîyan edî dîsa baweriya xwe dan PDK’ê û dîsa bi wan re ketin têkiliyan, piştgirî dan wan. Bes wan çawa xwe dan nasîn. PDK di dîroka xwe de bi giştî xiyanet li Kurdan kiriye u her li dijî berjewendiyên Kurdan kar kiriye. Li Şengal 12.000 pêşmerge hebûn. Lê dema di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşa çeteyen DAÎŞ’ê li ser Şengalê çêbû, ew 12.000 pêşmerge ji Şengal reviyan. Ev hatibû plankirin Şengal ji hêla hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hat firotin. Ji ber reva pêşmergeyan nêzî 13.000 Êzîdî tên girtin, kuştin, tecawizkirin, keç û jin li bazaran tên firotin. Bi sedan gorên komî hatin çêkirin, bi hezaran keçên Êzîdî li bazaran heta niha jî tên firotin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Ev hemû di bin berpirsyariya PDK’ê de ye. Bi pêşmergeyên Roj êrîşî Xanesor kirin, di vê êrîşê de Rojnamevan Nujiyan Erhan û ŞAmed û heşt kesen din şehîd ketin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest vegere Şengalê, lê ji ber rastiya wan hat fêmkirin, nekarî. Gel êdî mirovên bênamus qebul nake, mala Barzanî ewqas benamustî kirin, êdî mirov nizane çawa bîne ziman. Bi lîstokên xwe yen qirêj dixwazin civaka Êzidî li dijî hev rakin. PDK û MÎT a Tirk li ser ciwanan rebazên şere taybet dide meşandin û wan ciwanan dike dijminê koka wan.

Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengal û ya 9’ê cotmeha 1998’an dîroka komploya navnetewî ji hevdû ne qutin û nabe ku mirov qut binirxîne. Bi komploya navnetewî dema Rêbertî dîl tê girtin, wan hesab kirin ku êdî her tişt xilas. Lê Rêber Apo Îmralî kir cihê berxwedanê û qet dest ji parastina mirovahiyê berneda. Paradîgmaya Rêbertî danî peşîya me, li hemberî sîstema Kapîtalîst alternatîf e.

Rêber Apo sala 2007’an bang li hevalan kir ku werin Şengalê biparêzin. Divê Êzidî çand û baweriya xwe biparêzin. Di dîrokê di kesek wek Rêber Apo ji bo gelan li ber xwe neda ye. Ji bo parastina mirovahî û hemû gelên bindest li Îmraliyê di bin tecrîdeke ewqasî giran de li ber xwe dide û gav paşde navêje. Rêber Apo hêviya bindestan e, hêviya jinan û ciwanan e. Divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bin, em her kêliya jiyana xwe Rêbertî jiyan bikin. Em xwe di rastiya Rêbertî de kûr bikin. Em her tim ji bo azadiya Rêbertî di nava têkoşînê de bin. Heta em bi Rêbertiya xwe re azad jiyan nekin, em dev ji têkoşînê bernadin. Ji bo avakirina projeya netewa demokratîk, divê em her tim parêznameyên Rêbertî bixwînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Ezê çawa xwe bighînim serê çîya?”

Nivîsa Pêş

Endamên Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Xebatên Xwe Yên Perwerdeyê Didomînin

Helmet Dêrelok

Nivîsa Pêş
Endamên Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Xebatên Xwe Yên Perwerdeyê Didomînin

Endamên Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Xebatên Xwe Yên Perwerdeyê Didomînin

Roja çaremîn a Meşa Dirêj bi dawî bû

Roja çaremîn a Meşa Dirêj bi dawî bû

Manşet

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.