ESSEN – Roja 4. a Meşa Dirêj a ku ji aliyê ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ve di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di 15’ê Îlonê de hatibû destpêkirin, li bajarê Essenê bi dawî bû.
Ciwan serê sibê li meydana Hirschlandplatz a Essenê li hev civiyan û 17 km rê meşiyan.
Ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO bi coş û moralek mezin, bi stranan, bi berz kirina dirûşmeyên tevahiya rojê meşiyan. Belavokên ser tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a faşîst li ser Rêber APO, bi nivîsa bi Elmanî hate xwendin û di meşê de hatin belavkirin.
Ciwan ji provokasyonên faşîst ên derdora xwe bandor nebûn û meşa xwe domandin. Gelê ku ji camên mal û deriyên dikanên ciwanan silav kirin, moralê ciwanên ku ji bo Rêber APO de meşiyan, bilind kir.
Ciwanên ku meşa xwe ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê hatin sekinandin, dîlan girtin. Piştî meşê dê ciwan bi semînera Welatparêziyê roja xwe bidomînin.