NAVENDA NÛÇEYAN- Mîlisên Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amedê di çalakiya li dijî teknîka artêşa Tirk a dagirker de Hebûn Pîro û Botan Osyan ên ku di 15’ê Îlonê de li Amedê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku çalakiyên wan ên tolhildanê wê bidomin.
Daxuyaniya MAK’ê ya di derbarê çalakiyê de wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê Teknîka Dagirkeran Rûxandin.
19’ê Îlonê di saetên êvarê de li navçeya Licê ya Amedê, li gundê Farqîne (Yalimlî) ya herêma Şehîd Remzî, hêzên me li dijî alavên dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Milîsên me li herêmê kamerayek û sensorek hestiyar bi tevgerê ya bi navê Owl ya dagirkeran tesbît kirin. Ev teknîka ku li qadan li dijî Gerîlaya Azadiyê hate bicihkirin, ji aliyê milîsên me ve hate îmhakirin. Em ê li dijî van rêxistinên teknîkî û ajan ên li qadên gerîla bênavber şer bikin.
Bi vê çalakiyê em gerîlayên azadiyê yên fedaî yên bi navê Hebûn Pîro û Botan Osyan ên di 15’ê Îlonê de li Amedê şehîd bûne bi bîr tînin û bi rêzdarî xwe li ber têkoşîn û berxwedana wan ditewînin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkevin û ala berxwedanê ji bo derxistina dagirkeran ji van xakan tekoşîna xwe bilind bikin.”
Milisen Azadiya Kurdistan (MAK)