DUÎSBURG – Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Bîelefeldê ve li dijî tecrîda li ser Rêber APO di 15’ê Îlonê de hatibû destpêkirin, li Dûîsbûrgê bi dawî bû.
Tevî ku ciwanan li hemberî provokasyonên faşîstan gelekî bi aqil tevdigerin jî, piştî meş bi dawî bû polîsan êrîşî ciwanan kir.
Ciwan di saetên sibehê de li Kolana Marxloh-Pollman li hev civiyan û ji bo roja dawî ya çalakiya Meşa Dirêj bi coşeke mezin dest bi meşê kirin.
Piştî ku Konseya Ewropayê ragihand ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO binpêkirina mafan e û eger dewleta Tirk a faşîst siyaseta xwe neguhert, ji nû ve were darizandin, ciwanan bi coşeke mezin meşa xwe berdewam kirin.
Ciwanên ku di bin dorpêça giran a polîsan de meşiyan, heta dawiya meşê rastî êrîşê hatin. Ciwanan zincîre çêkirin û meşa xwe ya li hemberî polîsên hewl dan ciwanekî di nava meşê de binçav bikin, rawestandin. Li hemberî berxwedana ciwanên ku bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Serok Apo” li hemberî polîsan rawestiyan, polîsan ciwanê xwestin binçav bikin serbest berdan.
Ciwanên ku bi biryardariyeke mezin li ber xwe dan heta ku hevalên xwe vegerînin, çalakiya Meşa Dirêj li ber HBF ya Dûîsbûrgê bi dawî kirin.
Ciwanên li herêmê dîlanê direqisîn dîsa di bin dorpêça polîsan de bûn. Ciwanên ku dîsa zincîre çêkirin û li dijî astengiya polîsan bi stran û dirûşmeyên şoreşgerî li ber xwe dan, heta astengî bê şikandin hevdu neterikandin. Li hemberî berxwedana ciwanan, polîs neçar man ku dev ji dorpêçê berdin.
Ciwan li gel gelek polîsên li pey wan diçin, diçin salona ku êvara dawî ya Meşa Dirêj tê de wê şeva moralê li dar bixin. Ciwanên ku danê êvarê di şeva moralê de hatin cem hev, wê biçin Mîhrîcana Çanda Kurdistanê ya ku wê sibe li Frankfurtê bê lidarxistin.