ŞEHBA- Yekitiya Jinên Ciwan ên herema Şehbayê, bi boneya salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku weke berteka li hember qetilkirina Jina Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve mezin bû û li hemû cîhanê belav bû, bi dirûşma “Jin. Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” li Sahaya Futbolê ya Babinis a Şehbayê turnuvaya futbolê li dar xist.
Beriya destpêkirina turnuvayê, di şexsê Jîna Emînî de ji bo bîranîna hemû şehîdên serhildana “Jin Jiyan Azadî” deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê Jinên Ciwan Fîkret Haco axivî û bi bîranîna hemû jinên hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Haco bal kişand ser girîngiya şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ji bo misogerkirin û domandina azadiya jinê. Haco destnîşan kir ku divê jinên ciwan vê serhildanê biparêzin û bi têkoşîna xwe bigihînin hemû jinan û axaftina xwe bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî kir.
Piştî axaftinê maça futbolê ya di navbera tîmên jinên Efrînê û tîma Newrozê ya jinan de hat lîstin. Maç bi serkeftina tîma Efrînê (2-1) bi dawî bû. Li hemû tîmên beşdarî turnuvayê bûne diyarî hatin belavkirin.
Tîman bi qîrîna dirûşmeyên dilsoziya bi azadiya jinê re dawî li çalakiya xwe anîn.