QAMIŞLO- Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran ku di 22’ê Îlona 2023’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de ji aliyê hevrê û hempîşeyên xwe ve li ser gora xwe hate bîranîn
Bîranîn li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê pêk hat û hempîşeyên wî kulîlk danîn ser gora wî.
Di merasîma bîranînè de piştî deqeyek rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî
Mihyedîn Hesen piştî sersaxî ji hevrê û malbata Şehîd Seyît Evran re xwest, bal kişand ser têkoşîna Şehîd Seyît Evran û diyar kir ku Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt û got: “Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”
Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî peyama dawî ya Şehîd Seyît xwend û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Şehîd Seyîd Evran.
Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî got: “Em wek şagirtên Şehîd Seyît, heya dawî li ser şopa wî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di merasîma bîranînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Şehîd Seyît Evran hatin bilindkirin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka Şehîd Seyît Evran a bi navê “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.