NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanên Cizîr û Werzîşê di di çarçoveya kampanyaya “Mala xwe taxa xwe welatê xwe Biparêze” de bi slogana “ji bo jîngehek xweşiktir” de dest bi kampanyaya paqijiyê kirin.
Bi pêşengiya ciwanan bi dehan kes li kolanan çop kom kirin û belavokên ekolojiyê li gel belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo baştirkirina kalîteya jiyanê û avakirina jîngeheke paqij û saxlem ji gel re kampanya dane destpêkirin û gotin, “Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û tevkariyê li paqijkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”