NAVENDA NÛÇEYAN – Roja Înê partiya faşîst AFD’ê li herêma Hannoverê ya Elmanyayê bi tevlîbûna Parlamenterê Meclîsa Elmanya Maxîmîlîan Krah konferansek li dar xist. Nêzîkî 500 kes li ber derê li dijî partiya faşîst xwepêşandanek li dar xistin. Hinekan hewl dan ku nehêlin endamên AFD werin, kevir û şûşeyan avêtin. Li ser vê yekê polîsan bi tundî li dijî portestokaran bi kar anîn û endamên AFD’ê bi ewlehi derbasê hundir kirin.
Dema ku bername dest pê kir, gelek caran bi dehan ciwanên ku bi temaşevanan re tevlihev bûn, bername asteng kirin. Piştî slogana “Bijî hevgirtina Enternasyonalist” bername hate qutkirin. Polis ji ciwanan xwest ku salonê terk bikin. Ciwanên ku ji salonê derneketin ji aliyê polîsan ve bi tundî hatin lidarxistin.
Her wiha di dema mitingê de ciwanan li derve bi nivîsandina sloganan û zeliqandina çîtikan li wesayîtên endamên AFD’ê çalakî li dar xistin.