HELEB- Meclisa Ciwanên Helebê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi sernavê “Li welatên cîhanê cure û polîtîkayên pergalên rêveberiyê” civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê hemû şehîdên şoreşê destpê kir.
Piştre jî Berdevkê Meclîsa Ciwanên Helebê Rîm Melhem li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir. Di axaftinê de pênaseya têgeha dewletê û cure û polîtîkayên sîstemên desthilatdariyê yên li welatên cîhanê hatin vegotin.
Melhem her wiha bal kişand ser têgîna desthilatdarî, sîstema navendî, nemerkezîbûna îdarî, sîstema xwerêveberiyê, modela Konfederasyon û Yekîtiya Federal.
Piştî axaftinê ciwanên beşdar bûn mafê axaftinê girtin û der barê mijarê de fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Axaftvanan diyar kirin ku divê sîstema xwerêveberiyê û sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştir were naskirin û ev şêweya rêveberiyê û naveroka wê ji gelên cîhanê re baştir were naskirin û divê ciwan di vi warî de erkên xwe bi cih bînin û berpirsiyartî bigrin.