NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo bîranîna Şehîd Sara Hogir Riha dewreyeke perwerdeyê ya girtî ya 14 rojan bi beşdariya 10 jinên ciwan li dar xist.
Di destpêka dewreya perwerdeyê ya 14 rojan de, di şexsê şehîd Sara Hogir Riha de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclîsa Jinên Ciwan a PYD’ê Sara Hesen ve hat kirin.
Hesen di axaftina xwe de got ku divê li gorî kesayeta Ş. Sara Hogir Riha were jiyîn û divê jinên ciwan Şehîd Sara ji xwe re mînak bigirin.
Sara Hesen diyar kir ku Sara Hogir Riha di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de her tim jinên ciwan bi rêxistin kir û heta şehadeta xwe ji bo jinên ciwan gelek ked da û diyar kir ku jinên ciwan ji xeta şehîdên xwe dernakevin û ew ê her tim xwe bi rêxistin bikin û xwe perwerde bikin.
Piştî axaftinê, portreya Şehîd Sara Hogir Riha ku têkoşîna wê ya jiyanê vedibêje, hat temaşekirin.
Paşê, roja ewil bi dayîna waneyan li ser Wate û Girîngiya Perwerdeyê û Çanda Şoreşgerî û Exlaqê bi dawî bû.
Di dewreya perwerdeyê ya 14 rojan de dersên bi navê Zayendî, Şerê Taybet, Rastiya Dijmin, Jin û Malbat, Rastiya Rêbertî, Dîroka Jinê, Jineolojî, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Nasnameya Jinên Ciwan û Modela Rêxistinî ya Ciwanên PYD’ê hatin dayîn.
Her wiha di14 rojan de danê êvarê li ser mijarên cuda ji jinên ciwan re semîner hatin dayîn û portreyên şehîdan û fîlm hatin temaşekirin.
Jinên ciwan ên ku 14 rojan bi coşeke mezin tevlî perwerdeyê bûn, bi moralekî biçûk ve dewreya perwerdeyê ku li ser navê Şehîd Sara Hogir Riha hatibû vekirin bi dawî kirin.