BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemaniya HPG bi daxuyaniyekî nivîskî agahiyên di derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de parve kir.
Daxuyaniya HPG wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê;
🔸 21’ê Îlonê saet 16:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û 1 dagirker hate cezakirin.
🔸 22’ê Îlonê saet 15:55’an de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dema xwestin bi cih bibin, bi çekên giran hedef hatin girtin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
🔸 22’ê Îlonê saet 00:00’an de li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
🔸 23’ê Îlonê saet 19:40’î hêzên me li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî mudaxeleyî tevgera helîkopteran kirin. Di vê çalakiyê de 1 helîkoptera Skorsky hatiye derbkirin û ji herêmê dûr ketiye.
2. Herêma Metîna;
🔸 23’ê Îlonê saet 11:00’an de li herêma Berxwedanê ya Şêlazê, dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.
3. Herêma Xakurkê;
🔸21’ê Îlonê saet 08:27’an de dagirkerên Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 23’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 21, 22, 23 îlonê de, herêma Girê Roj a herêma Qendîlê 1 caran, Kendekola, Lolan, Girê Mesken, Girê Berbizinê, Herêmên Berxwedanê ya Sinînê yên herêma Xakurkê 9 caran, Girê, Avtehlê, Çemrobotkî, Zengil, Zêvkê. , Girê Kun, Deşta Kafya, Dêreşê 8 caran, Herêmên Berxwedana Serê Metîna û Bêşîlî yên herêma Metîna 3 caran, Herêmên Berxwedanê yên Şehîd Delîl, Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Batî Zapê 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 25 caran hatiye bombekirin.
🔸 Di 21, 22, 23’ê Îlonê de li Herêmên Berxwedanê yê Girê Şekîf, Şehîd Şerîf, Lolan. Bi helîkopterên êrîşê bi giştî 19 caran hatiye bombekirin.
24 Îlon 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”