KENYA- Endamê Yekîtiya Sosyalîst a Şoreşger a Kenyayê Luîs Magalda ku par beşdarî Konferansa Ciwanên Cîhanê bû ku par di pêşengiya “Însiyatîfa Ciwanan Dîrokê Dinivîsin” li Parîsê hat lidarxistin bû, ji ajansa me re nêrînên xwe yên li ser konferansê û têkoşîna ku di bin pêşengtiya ciwanên Kenya de pêş dikeve, nirxand.
Magalda diyar kir ku ji bo beşdarbûna Konferansa Ciwanên Cîhanê gelek bextewar bû û wiha got: “Li gorî min Konferansa Ciwanên Cîhanê xebateke gelekî girîng bû. Ji ber ku derfet ji me re afirand da ku em bikaribin li ser tiştên li cîhanê diqewimin nîqaş bikin û lêkolîn bikin.”
Magalda da zanîn ku konferansê ji bo naskirina rêxistinên din ên ciwanan firsendeke mezin çêkir û got, “Ev konferans ji bo gelek rêxistinan bû firsend, ji ber ku me hev nas kir. Mînak ez niha têkoşîna li Abayallah baştir nas dikim. Piştî Di konferansê de min têkoşîna Kurdistanê baştir nas kir. Heman tişt ji bo rêxistinên Ewropayê jî derbasdare”
Endama Yekîtiya Sosyalîst a Şoreşger a Kenyayê jî diyar kir ku bi vê konferansê re têkiliyeke mezin bi rêxistinên din re çêkirine û wiha got: “Armanc avakirina eniyeke hevpar bû. Em weke Yekitiya Sosyalîst a şoreşger endamên vê torê ne û Armanca me ew e ku em eniya heyî (dijî sîstemê) xurt bikin.”
Magalda diyar kir ku armanca wan ew e ku li dijî pergalê têkoşîneke enternasyonalîst pêş bixin û got, “Em ê têkoşîna xwe ya herêmî bidomînin, têkoşîna xwe navneteweyî bikin, bi vî rengî eniyeke hevpar ava bikin. Ev ax vê derfetê dide me.”
Bi giştî Axaftina Endamê Yekîtiya Sosyalîst a Şoreşger a Kenyayê Luîs Magalda wiha ye:
Silav, navê min Luîs Magalda, ez ji Kenya me. Ez endamê Yekbûna Sosyalîst a Şoreşger im. Ez gelek bi şansim ku min dikarîbû pêşdarî Konferansa Ciwanên Cihanê ku li Parîsê, sala çûyî hat li darxistin bibim. Ez lazime bêjim ku ev ji bo min weke delegeyêkê derfetekê pir mezin bû. Me dikarîbû bi rêxistinên ditir dayîn û standin bikin, ku endamên şebekeya cihanî ya ciwanan e.
Li gorî min Konferansa Ciwanên cihanê karekê pir giring bû, ji ber ku derfetekê avakir ji bo em karibin li ser pirsgirekê ku niha li cihanê diqewimin niqaş bikin û lêpirsîn bikin. Me dikarî li ser pirsgirekên weke belevbûyîna faşîzmê di giştî cihanê de niqaş bikin. Her wiha me li ser pirsgirekên ekolojî, xwerêvebirinê û tekoşîna ji bo mafê xwerêvebirinê niqaş kir. Ev têkoşîn di nava gelê bindest û yên ku keda wan tê xwarîn de û gelên xwecihî û bi dagirkerî rû bi rû ne de geş dibe. Derfet çebû ku em li ser ruyên kapîtalîzm û emperyalîzm yên roja me ya îro û li ser bandora ku li ser gelê me dike niqaş bikin. Ama yê herî giring me li ser reyên çareserî niqaş kir.
Em wekê ciwanên di giştî cihanê de, dema em xwe bi rêxistin bikin, dikarin çi bikin, ji bo em xwe bi giştî rizgar bikin. Ne tenê ji bo xwe, ama ji bo nifşên pêşarojê jî. Konferans serkeftî bû, ji ber ku me çareseriyên pratîkî û sade dît, ku rêxistinên ku pêşdarî konferansê bûn dikarin van esas bigrin. Nezîkatiyên me li hemberî hevdû û têkoşînên dîtir guherî. Ji bo pir rêxistin ev konferans derfetek bû, ji ber ku em ji hevdû fer dibin. Minak niha ez zedetir tişt li ser têkoşîna li Abayallah dizanim. Piştî konferansê ez têkoşîna Kurdistanê baştir nas dikim. Heman tişt ji bo têkoşînên li Ewrûpa, Israel û giştî cihanê derbasdar e. Di vî milî de guhertin çebûn. Di vir de ferbûnekê mezin di derbarê têkoşînên me de çebû û hevgirtinekê mezintir derketiye. Ji ber ku niha em parçeyek ji rexistina ku me tîne li cem hevdû. Hedef ewê ku em cepheyekê hevpar ava bikin.
Di konferansê de me li ser rola ciwana di têkoşîna li dijî faşîzim, li hemberî kapîtalîzm û emperyalîzm niqaş kir. Em weke Yekbûna sosyalîst a şoreşger endamên vê şebekê ne û hedefa me ewê ku em cephêya heyî (dij-pergalî) xurt bikin. Emê vê çawa bikin? Emê pêşdarî têkoşînên hevdû bibin. Emê rêbazên ditir ku niha tên bikaranîn di nav xwe de jî pêk bînin. Hedefa me rizgarkirinê ye, ama bi şewazekê ku em bi hev re, li hemberî heman tişt têbikoşin, bi şewazek enternasyonal. Hedef ev e. Emê hem têkoşîna xwe ya heremê berdewam bikin, hem jî têkoşîna xwe bikin enternasyonal, wisa em cepheyek hevbeş ava bikin. Ev şebeke ya me vê derfet dide me. Ger em tenê bi awayek yek alî meyze bikin, belkî em nikarin fêm bikin. Emê fêm bikin ku gel tenê ji bo rewşa xwe ya maddî protesto lidardixin. Ama gel ji ber vê protesto nake. Ji ber ku di bin êrîşê de ne, protesto dikin. Lîberalîzm êrîşek nû despê kir, mûlkên komînal kirin mûlkên taybet, xwarîn pir bûha dibe, sîstemên tendrûstî û perwerde naxebitin û hwd. Hedefa xwepêşandanên ewê ku xwe bighînin van tiştên esasî. Gel dixwaze rewşek baştir jiyan bike. Dixwazin biçin nexweşxanê û derman bigrin. Dixwazin biçin dibistana û perwerde bibînin. Dixwazin xwarînê bixwin, ku ewqas bûha nîne. Malekê baş û ava paqij dixwazin. Piranî gel ku bêşdarî protesto bûnê, bi xwe jî ji vê sîstemê zorlama dibin. Heya gel bê kar be, wê derkevin kolanan û protesto bikin. Ji ber vê hedefa xwepêşandanan ewê ku ev rewşê biguherinin û baştir bikin.
Endamên rêxistina me bangawazî kirin, ji bo em yekîtiyek berfireh ava bikin. Bi hemû rêxistinên ku tevlî xwepêşandanê dibin. Ji bo em karibin protestoyên heyî kordîne bikin û bighînin hedefa xwe. Ji ber ku em dizanin, ger em xwe bi rêxistin nekin, protesto hemû tevlî hev bin, wê ev bibe derfetek ji bo cîna serwer ji bo ku xwe rêxistin û fireh bike. Em naxwazin ev çebibe, ji ber vê em niha hemû pêşketin kordîne dikin. Wisa wê protesto bigihijin hedefa xwe, ew jî hiqûmetekê nû, ku hemû ji gel pêk tê ava bike.