HOL – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Holê bi daxuyaniyekî ragihand ku ew beşdarî kampanyaya ku li ser asta Herêma Cizîrê de ku bi dirûşma “ji bo jîngeheke xweştir” di çarçoveya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” de hatiye destpêkirin, bûne.
Daxuyaniya ji hêla rêveberê komîteyê Ehmed El Xelef ve hate xwendin.
Ehmed bang li şêniyan kir ku di xebatên paqijkirinê de bi şaredariyê re bibin alîkar û anî ziman ku parastin û paqijkirina bajar û jîngehê erkê her kesî ye.
Piştî xwendina daxuyaniyê, ciwanan bi alîkariya endamên saziyên sivîl û karkerên şaredariyê dest bi paqijkirina kolanên bajar kir.