NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û biryara binpêkirinê ya Komîteya Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Hêlîn Umît destpêkê got, “Rêber Apo bi hezkirin û hesret silav dikim ku li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an û vir ve 26 sal derbas bûn. Bi 9’ê Cotmehê re em ê bikevin sala 27’an.”
Hêlîn Umît anî ziman ku gelê Kurd bi pêşengiya partiya wan li her derê 26 sal in di nava çalakiyan de ye, li ber komploya navneteweyî radibe û got, “Ciwan qet nesekinînin. Hîn jî bi heman rengî ne. Herî dawî li Ewropayê meşa dirêj hebû. Bi coş û kelecaneke mezin pêk hat. Li hemberî komploya navneteweyî, li hemberî hêzên komploger û sîstema ku Rêber Apo li Îmraliyê dîl digire, bi hêreseke mezin çalakiyên xwe dewam dikin.
Tevgerên jinan, Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê 26 salan bi heman rengî kete nava lêgerînan. Li çar parçeyên Kurdistanê jinan bi her awayî çalakî kirin. Ji zindanan heta bi çiyê, ji kolanan heta bi taxan, niha jî bi Kampanya Tîrêjên Rojê li Bakurê Kurdistanê, li Ewropayê li ser bingeha xweparastinê di çarçoveya pêngavê de li dijî komploya navneteweyî û rastiya qirkirinê ya Îmraliyê li ber xwe didin.
Civaka Kurd bi giştî 26 sal bi vî rengî derbas kir. 26 sal in di nava civaka Kurd de ji 7 heta 70 salî ji zindanan heta her qadê civak di nava erê hebûn û azadiyê de ye.”
Hêlîn Umît diyar kir ku di rewşa heyî de raya giştî ya gelekî berfireh hate afirandin û bi dewamî got, “Li seranserê cîhanê raya giştî hate afirandin. Jiyana ku li Rihayê li gundekî destpê kir, niha veguheriye rasteiyeke berxwedanê ya di asta navneteweyî de. Ji aliyê Rêber Apo ve rastiyeke bi vî rengî heye. 69 rewşenbîr, zanyarên ku Xelata Nobelê wergirtin, helwest nîşan dan.
‘KURD ÊDÎ BI TENÊ NÎNE, GELEKÎ BÊPARÊZER NÎNE’
Ji bo Kurdan dihate gotin, gelekî bêparêzer e. Ji çar aliyên cîhanê 1500 parêzeran li Ewropayê daxuyanî dan. Rastiyeke bi vî rengî ya li Kurdistanê û cîhanê afirî. Êdî kes ji bo Kurdan nikare bibêje, gelekî bêparêzer e. Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê rastiyeke bi vî rengî ya parastinê derkete holê. Li ser bingeha Rêbertî çarçoveyeke hiqûqî ya bi vî rengî hate afirandin ku rastiya Kurdistanê tîne ziman, mafê wê diparêze û dikeve nava lêgerîna vê yekê.
Ji bo Kurdan digotin, gelekî bi tenê. Xwe gihandiye wê astê ku li gel dostên xwe yên ji çar aliyên cîhanê têdikoşe.
Armanceke bi vî rengî ya komploya navneteweyî hebû: Armanca xwe ew bû ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bike, Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de rabigire û vê serhildan û berxwedana bi wate ya Kurdan ji holê rake. Lê belê tabloyeke welê derkete holê ku 26 sal in Kurd her gavê hîn mezin bûn, belav bûn û berxwedana xwe bi xurtî dewam kirin.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê ew ji vê perspektîfê li biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê binihêrin û got, “Eger ne ji berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet bûya, ne ji berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî bûya, eger gelê Kurd azadiya Rêber Apo bi azadiya xwe, bi hebûna xwe, bi şerê xwe yê ji bo nasnameya xwe nekiribûya yek û raya giştî ya berfireh a ji bo vê yekê neafirandibûya, nikarîbû encameke bi vî rengî bi dest bixista. Eger neçar ma bin ku daxuyaniyeke bi vî rengî bidin, hingî divê pêwendiya vê yekê bi vê re teqez bê dîtin.”
‘RASTIYA ÎMRALIYÊ ÊDÎ NIKARE BÊ MEŞANDIN’
Hêlîn Umît daxuyaniyên KCK û KJK’ê yên têkildarî vê biryarê bi bîr xist û got, “Hate destnîşankirin ku ev biryar dewama bêhiqûqiya li dora Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014’an de biryarek wergirt. Hate gotin, eger mirovek heta dawiya emrê xwe girtî be û hêviya berdanê nemîne, ev yek li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev biryar beriya 10 salan hate wergirtin û têkildarî Rêberê me û hevalên din ên li gel Rêberê me, her wiha ji bo çend hevalên li girtîgehên din hate gotin, ev yek binpêkirina vê peymanê ye. Lewma Dadgeha Mafên Mirovan a Eworpayê beriya 10 salan gihîşt wê encamê ku bêhiqûqiyeke bi vî rengî heye. Ya rast, ev rewş tiştekî nû nîne.
Niha sal bûye 2024, 10 sal derbas bûne. Careke din salek dem dane dewleta Tirk a faşîst. Nerazîbûn ji ber vê yekê ye. Ev biryar biryareke nû nîne. Di 18’ê Adara 2014’an de ev daxuyanî ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate kirin. Niha radibin ji bo salekê taloq dikin û dibêje di Mijdara 2025’an de eger di rêveçûna hiqûqa Tirkiyeyê de guhertin nebe dikare biryar bê wergirtin.
Rastiyeke Îmraliyê heye ku eşkere bûye, kifş bûye û êdî nikare bê meşandin. Tê zanîn, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê di şerê li dijî Kurdan de çawa weke navendekê tê bikaranîn. Li gel vê yekê saziyên Ewropayê hevkariya xwe ya bi vê yekê re jî nîşan dan. Ji ber vê yekê hem KCK’ê hem jî Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke bi vî rengî dan. Gotin, dest ji vê biryarê berde, biguherîne, helwestê nîşan bide. Belê, weke partî, weke PKK em li pişt van daxuyaniyan e. Ji bo vê jî teqez divê têkoşîneke gelekî xurt bê meşandin.”
‘BIRYARA KONSEYA EWROPAYÊ SIYASÎ YE, ÎDEOLOJÎK E’
Hêlîn Umît ragihand ku biryara hatiye wergirtin siyasî ye, îdeolojîk e, ti eleqeya xwe bi hiqûqê re nîne, divê baş bê fêhmkirin û helwestek li hemberî vê yekê bê nîşandan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Em bi vê yekê baş zanin, hêzên Rojavayî, hêzên kapîtalîst modernîst ên ji navenda Ewropayê, niha careke din dest li Rojhilata Navîn werdidin. Li hemberî vê yekê jî nêrîna nîşanê ya ku Rêber Apo temsîla wê dike, paradîgmaya ku Rêber Apo temsîla wê dike, weke metirsiyeke mezin dibînin. Dibe ku ev yek ji mirovan, gelê me û ciwanan re neşênber xuya bike. Divê mirov dîrokê baş fêhm bikin. Baş bi dîrokê zanibin. Baş fêhm bikin bê çima ewqas lîstik bi serê gelê Kurd hatin. Ji bo gelek Kurdan, ji bo gelek ciwanên Kurd ev zêde nayê fêhmkirin. Çima, cîhan bi Kurdan re mijûl bibe? Hêzên navneteweyî di çarçoveya planên xwe yê herêmî de bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe nêzî Kurdan dibin. Bala xwe bidin ser, yên ku têne parçekirin û bi rê ve birin Kurd in. Bi vî rengî Tirkiyeyê kontrol dikin, gefê li Îranê dixwin, Iraqê kontrol dikin, Sûriyeyê kontrol dikin. Lewma di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de dixwazin civaka Kurd, hebûna Kurdan, cografya Kurdan bi vî rengî bimîne. Pêwendiya vê biryarê teqez bi vê yekê re heye. Siyasî ye, ji bo parastina berjewendiyên hin derdoran e, îdeolojîk e. Rêber Apo kîjan rastiyê temsîl dike? Rêber Apo rêya azadiyê ya gelan temsîl dike, alternatîfa jiyana bi hev re ya gelan temsîl dike. Ji ber vê jî çareseriyeke navneteweyî temsîl dike.
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNIN ASTEKE HÎN BILIND’
Li hemberî vê yekê divê çi bê kirin? Ya girîng ev e. Divê em têkoşîna ku me heta niha meşandiye li her qadê bigihînin asteke hîn bilind. Em nikarin vê bibêjin; Me 26 salan bênavber çalakî kirin, nesekinînin, astengî nas nekirin, bi her awayî fedakarî kirin, lê belê guhertin kêm e. Divê kes bi vî rengî nefikire. Ji ber vê yekê destpêkê min got, êdî hebûna Kurdan nikare bê înkarkirin. Êdî dostên gelê Kurd hene. Êdî her kes neçar dimîne ku gelê Kurd weke hêzeke rêxistinî bibîne, muxatab bibîne. Dibe ku bi rengekî fermî nas nakin, lê belê parçe bi parçe jî be li ku derê hebûna Kurdan bi rêxistin be, zane be, di nava liv û tevgerê û çalakiyan de be her kes nas dike, dibîne û li gorî wê nêzîk dibe. Divê em rêxistiniya li Kurdistanê, asta têgihiştinê ya gelê Kurd hîn bilind bikin, derbasî çalakiyan bikin û bi vî rengî encamê werbigirin.
Di serî de saziyên li Ewropayê divê em zexta li ser wan hîn zêde bikin. Divê em vî hukmê ku hatiye dayin ti carî qebûl nekin. Darizandina Rêber Apo ji xwe mînakeke bêhiqûqiyê ye.
Ma dibe ku paşeroja gelekî, hebûna gelekî bi rengekî yekalî bê darizandin? Ma dibe ku têkoşîna azadiyê ya gelekî li dadgehên Tirk bê darizandin? Ji vê derê tiştekî adîl dikare derkeve? Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê destpêkê vê red bike. Hebûna Kurdan, têkoşîna azadiyê ya Kurdan nikarin darizînin. Maf û îradeya kesekî ya bi vî rengî nîne. Parastina rewa, xweparastin, şerê hebûnê mafek e. Hêza kesî têrê nake ku li hemberî vê rabe.
Li ser vê bingehê di serî de jin û ciwanên Kurdistanê bang li hemû beşên civaka Kurd, mirovên bi rûmet, raya giştî ya demokratîk dikim ku li ber vê biryarê rabin, têk bibin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
‘BI ÇALAKIYÊN AFIRÎNER EM CÎHANÊ BIGUHERÎNIN’
Hêlîn Umît di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dikeve sala 27’an û got, “Dixwazim ji jin, ciwan û gelan re bibêjim ku divê têkiliyê di navbera azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkoşîna xwe ya azadiyê dînin. Li ser vê bingehê têkildarî me kîjan biryar bê wergirtin jî em xwedî wê îradeyê ne ku van biryaran biguherînin. Ji civakê mezintir hêzek nîne. Her tişt di nava civakê de diqewime.
Kesek çiqasî civakî be ewqasî xurt e, ew kes dikare bibe kesayet, dikare hebe, dikare bibe xwedî wate. Bang li her kesî dikim; li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hewl bidin wî fêhm bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir têkoşîneke encamgir bimeşînin, ji bo vê jî li hev kom bibin û bi çalakiyên afirîner cîhanê biguherînin.”