NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 19’ê Îlonê de li Kocaeliyê oteleke turîstîk şewitandine.
Hûrguliyên Çalakiyê bi vî awayî ye:
“Çalakiyên Milîsên HBDH’ê yên ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Zindanê:
19’ê Îlonê saet 01.40’an de li Taxa Kocaeli/Çamçukurê oteleke turîzmê ya darînî bû hedefa milîsên Mehmet Hayri Durmuş. Otela ku weke taktîka sabotajê hat şewitandin, piştî çalakiyê êdî nikare bê bikaranîn.
Dewleta Tirk a faşîst ku her roj bi wêrankirin û dagirkeriyê Kurdistanê bombe dike, êrîşî gelê me dike û zilmê dike; Ji bo berxwedana ku li derdora gerîlayên azadiyê pêşketiye bişkîne û kesên ji bo azadiyê têdikoşin bitirsîne, her cure rêbazên şerê taybet bi kar aniye. Çalakiyên me yên milîsan ên li metropolan, li dijî zilma dewleta Tirk a qirker-barbar a li ser gelê me û êrîşên wê yên li ser gerîlayên azadiyê wê bênavber bidomin.”