NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser krîza Sûriyeyê û rola ciwanan di çareserkirinê de komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de nûnerên ji Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên ciwanan li Tebqa, Minbicê, Kobanê, Dêrazorê, partiyên siyasî û Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.
Hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir.
Dûre hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Nesrîn Doko axivî û got: “Em îro li vir in, ji ber ku em bawer in ciwan stûna piştê ya her guhartineke rasteqîn in. Sûriye îro di krîzeke giştî re derbas dibe. Ew yek ne tenê bandorê li rewşa me ya siyasî û aborî dike, lê belê bandorê li mozaîka civakî ya di dirêjahiya serdeman de xurt û hevgirtî bû jî, dike. Ev krîz ne ji vê kêliyê de ne, ew encama bi salan a çewisandin û destpotiya rejîma Baasê ye.”
Piştre di komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de 2 bend hatin şîrovekirin. Benda yekemîn li ser krîza Sûriyeyê û bandorên wê li ser mozaîka Sûriyeyê û benda duyemîn jî li ser rola herêmî û navneteweyî di krîza Sûriyeyê û aliyên Sûriyeyê bûn. Her du bend ji hêla rêvebera Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şam Ubêd ve hat birêvebirin. Ubêd li ser rewşa ciwanan di krîza Sûriyeyê de û rola wan a çareserkirinê axivî.
Her wiha piştre beşdaran nêrînên xwe li mijarên hatine kirin parve kirin.
Di mijara duyemîn de jî du bend hatin nîqaşkirin. Benda yekemîn li ser Şoreşa 19ʹê Tîrmehê, sedemên destpêkirinê, destkeftî, projeya Rêveberiya Xweser û rola ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, her wiha benda duyemîn jî têkildarî rêbazên çareserkirina krîza Sûriyeyê û yekkirina nêrînên ciwanan di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bû. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Rojhat Daban her du bendên şîrove kirin û got: “Ciwan di tevahî civakan de dilên wan, damarên jiyanê ne. Ew niha û pêşerojê in. Di şerê gel ê şoreşgerî de rola mezin a ciwanan e, bi taybet der barê bûyerên li qada Sûriyeyê de.”
Daban wiha domand: “Rêber APO jî diyar kir ku ciwana hêz û enerjiya zindî ya xurtkirin û parastina civakê ne. Her wiha got me têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin. Ji vê pransîbê ve em bang li ciwanan dikin ku xwe di civakê de, di aliyên siyasî, aborî û afirîneriya zanistî, parastin û xweparastina civakê de bi rêxistin bikin.”
Her wiha dûre beşdaran nêrînên xwe parve kirin.
Komxebat bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Endamê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqa Muhened Ebdulkerîm encamname xwendin û wiha ne:
Bi rêya pêşkêşkirina însiyatîfa bi armanca edaleta civakî teqezî bi yekkirina civaka sûriyeyî bê kirin.
Li gorî projeya demokrasiyê civaka Sûriyeyî di aliyê îdeolojî de were birêxistinkirin.
Jinûve nexşeyeke nû were xêzkirin ku ji hêzên nîştimanî yên bi çareseriya siyasî bawer in pêk were.
Rola ciwanan di tevahî hûrgiliyên biryardariyê de were aktîvkirin.