HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê ji bo bîranîna Şehîd Sara û Şehîd Rûken çalakiyek li navenda bajar pêkanîn.
Endamê Yekîtiya Jinên Ciwan li parka 4’ê Nîsanê ku li navenda bajarê Hesekê ye, sûretê Sara Tolhildan û Rûken Zelal xêz kirin û nivîsandin ku “Sara û Rûken Xwedawendên Me Yên Azadiyê Ne” Di dema xêzkirinê de şêniyên Hesekê li derdora jinên ciwan de kom bûn û di derbarê Şehîd Sara û Şehîd Rûken de gelek pirs ji wan kirin û alaqeyekî mezin nîşan dan.
Jinên ciwan anîn ziman ku “Şehîd Sara û Şehîd Rûken îspata kêza jinê ne û ji bo me xeta jiyana azad in”
Piştî xêzkirinê jinên ciwan û şeniyên ku hatibûn parkê bi hevre govend gerandin.