NAVENDA NÛÇEYAN- Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divêyabû îro encamên hevyazbariya tomarkirinê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketa.
Hemahengiyê aşkera kir ku ji ber ku encamên hevyazbariyê bi dawî nebûn dê sibe encaman ragihîne.
Ji lew re, hemahengiyê ji ber derengmayînê lêborîn ji xwendekaran xwest.