NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Tekîrdag, Edene û Stenbolê gelek çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 1 mînîbus, 1 depo, 1 kargeh û 1 otobus hatin rûxandin.
Daxuyaniya çalakiyê wiha ye:
“Weke Înîsiyatîfa Zarokên Agir, em kesên ku bi hişmendiya welatparêziya serdemê çalakî li dar xistin û qadên civakî û aborî yên Tirkên faşîst bi Agirê Tolhildana Kurdan şewitandin, silav dikin.
Ev prensîb û erka bingehîn a welatparêziyê ye ku li dijî Tirkên barbar ên ku ev sed sal in bi hemû hêza xwe hewl didin me, zimanê me, çand û hebûna me tune bikin, Agirê Tolhildanê pêxistin esasê welatparêziyê ye.
Hurgûlî:
Di dîroka 23.09.2024an de li Çorluya navçeya Tekîrdagê mînîbuseke şofêrê ya faşîstan hat şewitandin.
Di 24.09.2024an de li Pozantiya Edeneyê otobuseke rêwiyan hat şewitandin.
Di 24.09.2024an de li Beylikduzuya Stenbolê febrîqeya ku malzemeyên paqijiyê çêdike hat şewitandin.
“Di 25.09.2024an de li Çorluya navçeya Tekîrdagê depoyeke kîmyewî hat şewitandin.”