NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Welatparêz ji bo bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan, Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku jinên pêşeng ên ciwanan in, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyên nivîsandinê li dar xistin.
Jinên ciwan li navenda Cizîr hatin cem hev û behsa têkoşîn û jiyana Vejîn Jiyan, Bişeng Brusk û Sara Hogir kirin. Jina ciwan a ku berê Vejîn Jiyan ji Cizîrê nas dikir, behsa kesayeta Şehîd Vejîn û hin bîranînên wê kir. Piştre jî gotara ku ji bo bîranîna Şehîd Bişeng û Şehîd Sara hatibû nivîsandin hate xwendin. Piştre jinên ciwan li kolanên Cizîrê belav bûn û bi nivîsên “Em Silava Ş. Vejîn in” û “Ş.Bişeng Brûsk, Ş.Sara Hogir Riha, Tolhildan Soza Me Ye” ve dîwarên Cizrê xemilandin.
Di dema nivîsandinê de zarokên Cizîrî li dora jinên ciwan kom bûn û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi nîşaneyên serkeftinê ve berz kirin.