NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Artêşa Rizgarîya Belûcistan’ê Zîlan Kurd (Mahal Belûc) a ku beşdarî Operasyona Herofê ya ku Artêşa Rizgariya Belûç li dijî Artêşa dagirker a Pakistanê dabû destpêkirin, çalakiya fedaî pêk anîbû û bi dehan leşkerên Pakîstanê yên dagirker ceza kiribû.
Şervana jin a fedayî Mahal Beluc bi navê kod Zîlan Kurd, weke jineke Belûc beşdarî şerê azadiyê yê Belûçistanê bû. Navê xwe yê kod ji gerîlaya Kurd Zîlan (Zeynep Kınacı) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî, girt û bû şopdarê wê.
Ragihandina Artêşa Rizgariya Belûcistanê di derbarê jiyan û tekoşîna Zîlan Belûc de dîmenek parve kir. Di dîmen de peyamê Fedayî Mahal Belûch ji bo netewa Belûç û malbata xwe jî hebû:
“Ez dixwazim ji malbata xwe bejim ku ev rê min hilbijart. Ji ber daxwaza min a ku ez di nava têkoşîna azadiya Belûç de cih bigirim hebû ez tevlî vê rêyê bûm. Li gel ku em gelek caran dibêjin em dikarin bi penûsê şer bikin, lê dijminê me pir bi hêz e û ji zimanê qelemê fem nake. Dijmin (Pakistan) tenê ji zimanê gule, bombe û topan fêm dike.
Piştî min, bi tu awayî xemgîn nebin. Li şûna vê, bibin parçeyek ji vê têkoşînê û bi gelê xwe re bibin yek.
Dixwazim ji malbata xwe re bibêjim, piştî min serê xwe netewînin, serê xwe bilind bikin, ji ber ku keçek we di vê têkoşînê de cih girt, beşdarî têkoşîna azadiyê bû û li hemberî dijmin sekinî.
Ji bo jinên tekoşer, ez dibêjim bibin para têkoşîna azadiyê, welatê xwe azad bikin, ji gelê xwe re pêşerojeke ronî ava bikin.
Ey Neteweya Belûç! Ez dixwazim ji tevahiya gelê Belûç re, bi taybetî ji dayik û xwişkên xwe re bêjim ku mîna yên beriya min, Şêremê û Şarûl (Şari) û Sûmmî (Summaiya) canê xwe feda kirin ji bo welat û miletê xwe, di dîrokê de nemir bûn. Wan ev bawerî û di serî de jî ev ruh, hişmendî û mêrxasî dan me, ku wek jinên gelê Belûç jî amade ne canê xwe ji bo azadiya welatê xwe feda bikin.
Bi heman felsefeya fedakariyê di nava çend kêliyan de ber bi erka xwe ya Operasyona Herof ve diçim.
Ez ê dersek bidim dijmin ku nifşên wan ên pêşerojê tu carî ji bîr nakin: welatê me û bi taybetî jî dayîk û xwişkên me ne bêçare ne.
Pakistan û Çînî nikarin vê yekê rawestînin.
Bi xatirê we, em bi hev re ne, rêhevalno!
Bijî Belûçistan!”
Zîlan Belûc di peyama ku beriya biçe çalakiyê de helbestek xwend:
Em çira ne û kolan, li me guhdarî bikin!
Di hesret û daxwaza welatê xwe de, Em li her kuçe û kolanan amade ne , Li me guhdarî bikin!
Em ku dilên ronî yên azadiyê ne, Li me guhdarî bikin!
Ji bo heval û hogiran em sembola evînê ne, lê em ji bo dijminên xwe wek ejdeha ne, Li me guhdarî bikin!
Em ku dilên ronî yên azadiyê ne, Li me guhdarî bikin!
Em derbeya kûr a ku Aslam daye, Li me guhdarî bikin!
Em ku dilên ronî yên azadiyê ne, Li me guhdarî bikin!
Em ronahî û kolan in, Li me guhdarî bikin!