HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê bi şiara “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de çalakiya “Bîranînên Bi Rojê Re” lidarxist. Jinên Ciwan çalakiya xwe di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de rêxistin kir.
Armanca çalakiyên “Bîranînên Bi Rojê Re” ku beriya demekî jî hatibû lidarxistin ew e ku jinên ciwan rojekî xwe bi giştî bi Rêber APO re derbas bikin. Giştî bernameya roje li ser vê esasî tê plankirin. Jinên ciwanên Hesekê jî di vê bingehê de çalakiya xwe pêkanîn.
Dehan jinên ciwanên ku ji bo roja xwe bi Rêber APO re derbas bikin hatibûn cem hev, serê sibêhê çûne cîhê xwezayî yê derveyî bajar. Jinên ciwan despêkê broşûra di derbarê “Pergala Îmraliyê” de hatibû amade kirin xwendin. Piştî vê dîmenên Rêber APO yên jiyanî hate temaşe kirin. Xwezayîbûna Rêber APO û tekîliyê Wî yê jiyanî bandorek mezin li ser jinên ciwan kir.
Dîmenê “Bîranînên Bi Rojê Re” ku tê de bîranînên gelek bibandor yên Rêber APO heye bi alaqeyekî mezin hat temaşe kirin. Piştre Jinên ciwan tevlî pêşbirka pirsan li ser jiyana Rêber APO bûn. Di pêşbirkê de pirsên li ser jiyan û tekoşîna Rêber APO hatin kirin. Dû tîm hatin çekirin, her car tîmekê bersiv da pirsan. Dema tîmek bersiva pirsa nizane an jî şaş bersiv dide balonên bi avê li ser serî wan de tên teqandin. Jinên ciwan bi coş û moralekê mezin tevlî pêşbirkê bûn.
Li dû wê hemû jinên ciwan ji be Rêber APO nameyê xwe nivîsandin. Di nameyên xwe de hêstên xwe li beramberî Rêber APO anîn ziman. Piştî nivîsandina nameyan her jinekî ciwan stranê ku berî amade kiribû got û bername bi coşekî mezin dawî bû.