NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH ê Şiyar Efrîn di 19’ê Îlonê de li Stenbolê kargeha mobîlya ya rêveberiyê AKP’ê şewitandin.
Daxuyaniya HBDH’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Milîsên HBDH’ê yê Şiyar Efrîn 19’ê Îlonê bi şev saet di 03.00’an de kargeheke mobîlyayê ya li ser cadeya Stenbol/Umraniye/Dudullu Mahallesi/Kerem a ku hat diyarkirin aîdî rêveberiyeke AKP’ê ye şewitandin. Di çalakiyê de kargeh bi temamî bû ax.
Milîsên Şiyar Efrîn (Lokman Îsmaîl) çalakî diyarî rêhevalên Hebûn û Botan ên di 15’ê Îlonê de li Amedê şehîd bibûn, kirin û gotin ku ev çalakî ji bo tolhildana dagirkeriya leşkerî hatiye lidarxistin.