QAMIŞLO- Jinên Ciwanên Qamişlo hazirtiya çalakiya ”Bîranînên bi Rojê” dikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan di her qadê de çalakiya bi navê ”Bîranînên bi Rojê” pêk tîne. Li Hesekê û Tebqa Jinên Ciwan çalakiya “Bîranînên Bi Rojê Re” bi coş û morelekê mezin li darxistin. Niha Jinên Ciwan li Qamişlo jî amadekariya çalakiya xwe dikin. Ji bo vê zerf û xelatên ku wê di çalakiyê de bikarbînin hazir dikin. Di hindirê van zerfa de broşûra di mijara tecrîda Îmraliyê, sûretên Rêber APO û hinek dîyariyên piçûk hene. Ev zerfana wê ji hemû jinên ciwan ku tevlî çalakî dibin re were dayîn.
Di demekê nêz de wê Jinên Ciwan li Qamişlo çalakiya xwe li darbixin. Di qadên din de jî jinên ciwan amadekariya çalakiya “Bîranînên Bi Rojê Re” didome.