ŞEHBA- Doh evarê li navçeya Ehdas ji aliyê endamên Tevgera Ciwanan Şoreşger ve dosyaya taybet a bi navê DESTÊN TARÎ ku ji aliyê Ronahi TV ve bi encama xebatekî berfireh de hatiye amadekirin û heta niha 3 beşê wi ji gel re ji bo ku berambarê êrîşên sixurî û êrîşên taybet biparêzin hatiye pêşkirin ji bo gelê Şehbayê hat nîşandan.
Bi dehan şeniyên Şehba û ciwanan, bernameya ku ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatibû amadekirin amade bû.
Piştî ku sê xelekên bernameya Destên Tarî hate tamaşekirin ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herema Şehbayê axaftin hat kirin.
Axaftinê de wiha hat gotin:
“Hûn bi xwe bi çave xwe dibinin çawa dijmin xwe rexistin dike di nav me de, çawa ciwanan dikişinin gel xwe ji bo xirabiya di nav me de avabike û agahî ji derdore kom bike. Balê xwe bidinê, pir ji van kesan insanên herî nezi me bûn. Pir ji wan di şer de cihe xwe girtibûn, pir ji wan di malbatên şehidan e. Dijmin taybet malbatên me yên nirx hedef digre. Divê em beramberê van listokan hişyar tevbigerin.
Eger em dixwazin bi rastî peşi wan bigirin û dijmin vala derxinin pewistiya me bi rexistin kirin heye. Di vî pêvajoyê de ciwanan ji rêxistina xwe dûr xistin ji êrîşên dijmin re vekirî hiştin e, ev bi xwe xizmeta xeta ixanetê û dijmin dike. Jixwe tişta ku dijmin dixwaze ev e. Ciwanên me ji rexistin dûr bikin û bê zanebun biheylin da ku bi rêbazên madeyên hişber, fuhuş bikin sixurê xwe. Divê em tekoşîna xwe û bi zanebûna xurt bikin beramberê van listokan.”
Bername bi sloganên “Bimre İxanet” bi dawî bû.