REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Reqayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî , Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meşeke girseyî li dar xist.
Di meşa ku danê sibehê bi tevlêbûna jinên ciwan ên kantona Reqayê û endamên tevgerên jinan ve li pêşiya Meclisa Giştî ya Reqayê destpê kir, azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate xwestin.
Di meşa ku alên Yekitiya Jinên Ciwan û posterên Rêber APO hatin rakirin de, bê navber dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin qîrîn.
Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê jî hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihişt çerxerêya El-Naîm, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Heba Ehmed ku daxuyanî xwend, bi silavkirina berxwedana Rêber APO û têkoşîna jinan dest bi daxuyaniyê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku fikir û felsefeya Rêber APO ji aliyê jinên ciwan ve hatiye hundirin kirin û hat gotin, “Hêza jinê, têkoşîna wê û têkoşîna fedaî ya ku jin daye, li ser fikir û felsefeya Rêber APO tê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinên ciwan hate kirin ku xwedî li fikir û felsefeya Rêber APO derkevin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Dewleta Tirk a dagirker” dawî li çalakiya xwe anîn.