AMÛDÊ- Desteya Ciwanan bi destpêkirina sala xwendinê re ji bo xurtkirina xwendina xwendekaran û gihandina asteke baştir civînan li dar dixe.
Desteya Ciwanan ku îro li bajarê Amûdê bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re hatin cem hev, bi navê “Çareseriya Pirsgirêkên Xwendekaran” civînek li dar xist. Bi dehan ciwanên xwendekar beşdarî civînê bûn.
Di destpêka civînê de ku li ser pirsgirêkên bingehîn ên ciwanên xwendekar hate nirxandin, polîtîkayên şerê taybet ên têkildarî nasnameya ciwanan hatin nîqaşkirin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku polîtîkayên şerê taybet bi taybetî li dijî ciwanên xwendekar tên meşandin, bal hat kişandin ku li hemberî vê divê helwesta têkoşînê çawa be.
Piştî axaftinê mafê axaftinê hat dayîn. Xwendekaran diyar kirin ku ji bo pêşxistina perwerde û hîndekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê proje bên pêşxistin. Her wiha hat gotin ku xwendekarên mezûn bûne divê li ser esasê xizmeta welatê xwe karê xwe bikin. Li ser vê bingehê hate gotin ku ji bo afirandina derfetên kar divê ciwanên xwendekar di vî warî de însiyatîfa xwe bi cih bînin û li şûna bendewariyan bin bixwe projeyan derxînin pêş.
Di civînê de pirsgirêkên çûnûhatinê yên xwendekaran jî hatin axaftin. Desteya Ciwanan diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dê di demeke herî nêz de wesayîtan bên zêdekirin.
Mijareke din a ku ji aliyê xwendekaran ve hat balkişandin ew bû ku divê qadên şîn ên li zanîngehan bên zêdekirin û bi taybetî jî xwendekarên zanîngehê xebatên ekolojîk pêşengtî bikin. Li ser vê bingehê proje û pêşniyar hatin pêşkêşkirin û hat diyarkirin ku di demeke herî nêz de wê xebat dest pê bikin.
Di dawiyê de xwendekaran diyar kirin ku divê ew Hamleya Azadiyê ya ji bo Rêber APO hatiye destpêkirin re pêşengtî bikin û di vî warî de qels û netemam in û ew ê di pêşerojê de di pratîka xwe de rexnadayîna vî bidin.
Di dawiya civînê de hemû xwendekaran banga tevlîbûna meşa ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên 6’ê Cotmehê li bajarê Hesekê tê lidarxistin, kirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.