QAMIŞLO- Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî jinên ciwan di hemû bajaran de çalakiyên bi navê “Bîranînên Bi Rojê Re” lidardixin. Di van çalakiyan de jinên ciwan hemû roja xwe bi xwendin, nivîsandin û temaşekirina Rêber APO re derbas dikin.
Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de çalakiya xwe ya “Bîranînên Bi Rojê re” lidarxistin. Çalakî bi şîara “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” de hate pêkanîn.
Çalakiya ku bi dehan jinên ciwan tevlî bûne, bi xwendina broşûra ku ji bo danasîna jiyana Rêber APO û tecrîda Îmraliyê ve despêkir. Piştre hemû jinên ciwan ji bo Rêber APO nameyê xwe nivîsandin. Di nameyan de hêst û fikrê xwe li beramberî Rêber APO anîn ziman. Li dû wê xwe dabeşî 2 tîman kirin û pêşbîrka pirsa dane despê kirin. Pirsên ku jinên ciwan hevdû pirs kirin agahiyên di derbarê jiyana Rêber APO de bûn. Ser serê kesê ku bersiva pirsê nizane ango şaş dizane, balonên avê hate teqandin. Di vê lîstokê de kelecan û moral hîç kêm nebû.
Jinên ciwan di dawiya çalakiya xwe de anîn ziman ku “Ne tenê rojek, pêwîste em hemû rojê xwe bi Rêber APO re derbas bikin.”