NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêrezor, Reqa û Minbicê, têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji bo ciwan û jinên ciwanên Ereb civîn hatin lidarxistin.
Di civînên ku bi dehan ciwan lê amade bûn de hate destnîşankirin ku komplo di şexsê Rêber APO de ji bo tinekirina gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd hatiye kirin.
Di nîqaşan de hate gotin ku sîstema faşîst, dewleta Tirk a dagirker û hêzên komploger sîstema îşkence, qirkirin û tasfiyekirina nasnameya Kurd e, hate gotin ku Rêber APO ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê hemû gelên ku azadiyê dixwazin. Ji ber wî jî di serî de ciwanên Erep û gelê Erep Rêber APO reberê xwe dihasibînin.
Ciwanên Ereb diyar kirin ku yekane rêya çareseriya krîza li Rojhilata Navîn Rêber APO ye û gotin, “Em weke ciwan divê têkoşîna xwe mezin bikin, komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.”
Piştî nîqaşan bi ruhê APO’gerî soza berxwedanê li dijî komplo û hêzên komploger û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate dayîn.
Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” bi dawî bû.