ŞEHBA- Di meşê de ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê beşdar bûn. Meş ji çerxerêya bajarokê Ehdas ê Şehbayê dest pê kir û ber bi gundê Til Qirah ve bi rê ket.
Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî banga li ciwanan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Abdîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina fikrên Rêber APO û domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê nû kir.