NAVENDA NÛÇEYAN- Ji pênûsa Nesrîn Farqîn ji pirtûka ŞIVERÊ
“Naskirina arazî ji bo gerîla bi qasî nan û avê pêwist bû. Ev hevalên ku emrê xwe dabûn çiya, digotin:
“Dema ku derketî ser girekî divê tu li derdora xwe binerî û bi qasî çavê te dibîne, analîza arazî biki
Di arazî de ku der avî heye? Bi şev û roj beralî çawa tê ditîn? Girên strateîk kîjanin? Dijmin li ku bi cîh bû ye? Li hemberî teknîka nû ya dijmin wê şer û parastin çawa bê kirin? Her wiha ji çawaniya gelek hurguliyên dîtir bersivan bi rêz dikirin. Jixwe giranî mijaea niqaşan ev bûn. Heval bi pîranî nû û bi ciwanbûn. Ji ber vê jî fermandar her her bi wan re mijûl dibûn û tecrûbeyên xwe parvedikirin.
Girê Karker bidarên kezwanan xemilîbû. Heta niha heval li tu rawestgehê ji van daran mahrum nebûbun. Dara kezwanê her xwe nû dkir. Dema ku pejelên wê hişk dibûn, bi xwe jê de diketin. Ji ber pejelên wê bê qalik bûn di şewatê de dûman nedikirin û kozên wê jî demdirêj diman. Jixwe darên şîn nedihatin şewitandin. Dema ku li bin darê nebûna jî heval hildikişiyan ser û pejelên hişt jêdikirin ku ev ji bo darê dibû kezaxtin. Taybetmendiyek dîtir ê cihê nû ev bû ku hêlîna bilbil lê hebû. Bilbil hêlina xwe bi tehtê jor ve çêkiribû û di fonê de her dengê wî hebû.
Rojekî Viyan dema ku bilbil dîsa dest bi xwendinê kiribû de got:
“Hevalno min fêm nekir, li van deran gul jî nînin. Ev bilbil çima ji sibê heta êvarê distirê?”
Şevîn ewil keniya û piştre jî hevalê jin nîşanda û got:
“Te eyb kir heval Viyan. Ma tu van gulan nabîî? Bilbil gulên ewqas bedew nû dibîne ji ber vê ye ku hatiye eşqê û sekin pê nakeve.”
Viyan:
“Sihet xweş heval Şevin. Te mijarê baş girêda.”
Ev demekbû jiyan bi pergalî diherikî. Di hemû hevalên yekîniya li Karker detevgerek hişyar xuyadikir. Lê diyarbû ku yekiniyên derdor, heman hişyariyê raber nedikirin. Îro bjî kişf her digeriya. Bidûr ketina kişfê re, balafirên şer hatin û li dola li hemberê wan dan. Balafiran bi tonan bombeyên qazan avêtin. Di her teqinê de glokên agir ên muezam ber bi jor de dibûn. Tevî ku cihê hat lê dan dûr bû jî dengê teqinê guhên hevalan dilêşand.
Roja din bihistin ku cihê lêdan çêbûbû, depoya lojistikê bû. Ya baş tiştek bi hevalan nehatibû. Ji ber bomberdimanê agir bi arazî ketibû. Hevalan gelek hewl dan jibo pêşî lê bigrin lê pişt re dîsa dijmin bê ser û ber topan barand û niha bigiştî Zap dişewitî. Hevalan wekî tedbîr derdora xwe kolabûn û bi vî rengî tenê dikarin xwe biparêzin.
Sewalên ji agir direviyan, xwe li hevalan digirtin. Ev rewşa bi êş hevalan bêzar kiribû. Zapa şîn hemû zindiyên xwe re dişewitî. Bi sivorî, moristan, pezkovî, kivroşk, kîso, hêlînên çûka, giha û darên xwe ve dişewit Zap. Bi her darek ku dişewitî û diket erdê re, êşa şehadeta rêhevalek dihat jiyîn. Kîjan dil radikir vî dojehê, ku sûteya wê zîndîbûn? Jiyan lavahiya baranê dikir. Lê qelê qija tebaxê bû û ji zû ve ewran ji wir bar kiribûn. Tenê ewrên stewir ku ji devê agir dikişiyan, li asîman konê reş girêdabûn û bêhnê lê diçikandin. Neçarî, rewşa herî xirab bû. Hêrs, kîn û xwesteka tolhildanê di asta jor de bû. Djminbû ev. Ew ne tenê dijminê hevalan bû, dijminê xwezayê jî bû. Dijminê jiyanê bixwe bû. Ka bila bitefiya ev agir, wê tol bihata girtin…
Dîsa bi hezaran hest û hizir êrîşî dil û mejiyê mirov dikirin, sebr û hedar nedima. Ruh bixwe dibû dojeh û di laş de tebngav dibû û dixwest bi hêzek awarte çareseriyek peyda bike.
Şewat bi rojan domiya û piştî ku her tiştî zivirand xweliyê vemirî Dema Şevîn di nav xwelî û teniya ku ji domahiya agir mabû de dimeşiy, dilê wê bi xemek giran barkirî bû. Wê kela dilê xwe bi lorînek sitra. Rondikên wê yên ku çend roj bûn di nuqitand hundir, xwestin biherikin derve lê li benda bijangên wê qelibîn û car din dzeliyan çavkaniya xwe. Diviyabû girî nebûya. Girî karê bêçareyan bû. Diviyabû hemû rêkên têkbîrina vî dijminî seferber bibûna…”