NAVENDA NUÇEYAN- Bi diruşma ʹBi têkoşîna jinan û bi fikra Rêber APO em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola civînan a Reqayê panelek li dar xist. Di panelê de hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê yên 7 kantonan û rêveberên nivîsgehên jinên ciwan ên kantonan beşdar bûn.
Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO û vîna ku daya jinan ji bo berdewamkirina rêça têkoşînê hat pêşkêşkirin. Dûre endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger li ser jiyana Rêber APO û komployê axivî û got: “Divê parêznameyên Rêbertî werin xwendin û di aliyê fikrî de ne hestiyarî de nêz bibin.”
Rêvebera Nivîsgeha Werzîşê ya Dibistanê ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Suha Mihemed axivî û got: “Em hemû dizanin ku cîhan tevahî di bin kontrola pergalên hegemoniya navendî ya globalî de ye û ew jî şerê her fikreke bi armanca rizgariya civakan dike.”
Zelal diyar kir ku gelo bi dîlgirtina Rêber APO re fikir an jî doza ku banga wê dikir hat bidawîkirin? Na, sedem jî ji destpêka komployê heta niha Rêber APO li dijî komployê sekinî û şikand.
Dûre beşdaran nîqaş kir û diyar kir ku hedefgirtina jinan hedefgirtina fikra Rêber APO ye.
Di dawiyê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Bekir daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi vîn û îsrar dê tevahî jinan di nava çalakiyên werzîşî de hişyar bikin heta ku bigihînin tevahî jinan. Ji ber ku azadiya jinan bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye.