TEBQA- Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê ji bo bibîranîna şehîd Sara, Rûken, Erdal û Rojhat ên ku di dîrokên cuda de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên fedayî pêk anîne, merasîmek li li goristana şehîdan a Tebqayê dar xist.
Di merasîmê de bi dehan nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.
Di serî de sînevîzyonek li ser jiyana herçar şehîdan hat pêşandan û li ber wêneyên wan mûm hatin pêxistin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sara Mihemed fedakariya şehîdan a li ser şopa fikrên Rêber APO silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan nû kir.
Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26’ê Îlona 2022’yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê çalakiyek fedaî pêk anîbûn.
Her wiha her du şehîdan Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn jî di 1’ê Cotmeha 2023ʹyan de li Midûriyeta Giştî ya Enqere ya Emniyeta Tirk çalakiyeke fedaî pêk anîbûn.