NAVENDA NÛÇEYAN – MAK (Milîsên Azadiya Kurdistanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êvara 30’ê Îlonê li navçeya Ofîsê ya Amedê milîsên wan li dijî bazirganê tiryakê yê bi navê M. Kizil çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
Milîsên MAKê, M.Kizıler ku li Amedê di şerê taybet de wezîfedar bû ceza kir.
30’ê Îlonê danê êvarê hêzên me li navçeya Amed Ofîsê li dijî firoşkarê tiryakê yê bi navê M.Kizıler çalakiyek li dar xist. Ev kes li herêmê madeyên hişber difiroşe û di tora fuhûşê de cih digire, ciwan û jinan ji nirxên bingehîn ên civakê vediqetîne û wan dixe nava jiyaneke qirêj. Paşê ew ciwan û jinên ku dikevin nava gola tiryak û alkolê di nava tora fuhûşê de bi kar tînin, jiyaneke neexlaqî ferz dikin û dixin xizmeta şerê taybet.
Herî dawî jî kesê bi navê M.Kiziler ê ku jinek hedef girt û ji bo vê jiyana bêexlaq bi kar anî, ji aliyê milîsên me ve li kemînê hat girtin û hat binçavkirin û cezakirin.