NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Jinên Ciwan li seranserê Bakûr û Rojhilatê Sûrî de xebatê rêxistinkirin û zanekirina civakê didomîne. Di vê çarçoveyê de jinen ciwanên Şedadê û Minbîçê di nava çalakiyan de bûn.
Şedadê
Meclîsa Jinên Ciwanên PYD di derbarê danasîna rastiya komploya navnetewî de ji jinên Şedadê re civînek lidarxist. Civîn bi tevlîbûna jinên Ereb ve ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtinê despê kir.
Piştî rêzgirtinê belgeyên ku li ser giştî pêvajoya komploya navnetewî de hatibû amadekirin ji aliyê Endama Meclîsa Jinên Ciwanên PYD Hîba Osman ve hate xwendin.
Li dû xwendinê, Berdevka Jinên Ciwanên PYD ya Herema Cizîrê Sara Hesen di axaftina xwe de despêkê bal kişand ser tekoşîna Rêber APO ya li hemberî komploya navnetewî û wiha got: “Rêber APO li hemberî komployekî ku bi hevkariya dehan dewletan ve hatiye amadekirin, berxwe dide û ruxmê vê jî dikare derbe li dijmin bixe. Şert û mercê girtîgeha Îmraliyê li berçav e. Ev tena serê xwe asta tekoşîn û hêza Rêber APO nîşanî me dide.”
Jinên ciwanên ku tevlî civînê bûne behsa girîngiya vala derxistina komploya navnetewî kirin û wiha gotin: Mifteya vala derxistina komploya navnetewî; rêxistinbûn e. Armanca me wekî jinên ciwan azadiya fîzîkî ya Reber APO ye. Ji bo em karibin armancê xwe pêkbînin, divê em rastiya komployê baş fem bikin.”
Piştî nîqaşên kûr hemû jinên ciwan rexnedayîna xwe li beramberî Rêber APO dan û civîn bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” ve bidawî bû.
Minbîç
Jinên Ciwanên Minbîçê gerîlayên ku di encama çalakiya fedayî de bi qehremanî gihaştin şehadetê bibîranîn. Bernameya bîranînê di şexsê Şehît Sara, Şehît Rûken, Şehît Erdal û ŞehIt Rojhat de ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtin despê kir.
Jinên ciwan despêkê nameyên Şehît Erdal û Şehît Rojhat ku beriya biçin çalakiyê nivîsandibûn û wergerî wê erebî hatibû kirin xwendin. Piştî xwendina nameyên fedayiyan jinên ciwan bi hevre çûne goristana şehîdan ya bajarê Minbîçê û mûm pêxistin.
Li goristanê şehîdan, jinên ciwan behsa rastiya şehadetê kirin û soz dan ku wê xwîna wan li erdê nemîne.