KOBANÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê 5’emîn festîvala Şehîd Bawer Agir li dardixin. Festîval wê di bin dirûşmeyan “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û “Bi rihê ciwanan emê Cenga Azadiyê serbixin” de, di 12 û 13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê pêk were.
Festîval wê di roja yekemîn de bernameya xwe bi aktîvîteyên werzîşî saet 10’ê sibê dest pê bike. Saet 4 jî wê Tîma Şimal û Tîma Kobanê li Saha futbolê maç bilîzin.
Roja duyemîn a festîvalê wê li Qada Jina Azad saet 4 piştî nîvro bi bernameyekî hunerî bidome. Di serî de, wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Bawer Agir were nişandan. Her wiha, Koma Cûdî, Koma Ciwanên Şoreşger, Komên Dengbêjî, Koma Şano ya Bavê Teyar, Komên Govendê, Awazê YPG, Aycan Kobanê û hunermede Hesen Dêrîkî wê hunerê xwe peşkeş bikin.
Komiteya amadekar a festîvalê bang li hemû ciwanan, malbatên şehîdan, hemû gelên kantona Firatê, hemû malbatên welatparêz û hemû saziyan kir ku beşdarî Festîvala Şehîd Bawer Agir bibin.