WINTERTHUR – Li Winterthûr a Swîsreyê, tecrîda girankirî ya mutleq a li ser Rêber APO tê meşandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Amediyê ya Guherzê, bi hêza ji NATO’yê wergirtiye di bin pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê de hatin protestokirin.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê li ser bîranina şehîdên Kurdistanê, li ser navê TCŞ’ê Mîran Mêrdîn daxuyanî da.
Mîran Mêrdîn “Em weke ciwanên Kurdistanê beriya xwendina daxuyaniya xwe ya çapemeniyê berxwedana mezin û dîrokî ya li Îmraliyê silav dikin. Em soza xwe ya piştgirîkirina Têkoşîna Azadiyê û mezinkirina wê dubare dikin.”
Mîran Mêrdîn di şexsê şehîd Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan de ku di 1’ê Cotmeha 2023’an de bombeyek di mejiyê dijmin de teqandibûn, bang li ciwanên Kurd û gelê Kurdistanê kir ku xwedî li têkoşînê derkevin.
Mîran Mêrdîn got, “Hevalên hêja, dewleta Tirk a dagirker û faşîst her roj êrîşên xwe zêde dike û gerîlayên azadiyê li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan didin. Ti carî nahêle dijmin bikeve Kurdistanê. Em têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bi sedan caran silav dikin. Îro dewleta Tirk a dagirker bi rêbaz û şêwazên cuda êrîşî çiyayên Kurdistanê dike. Ne tenê ew, dijmin êrîşî nasnameya we ya etnîkî, çanda me, zimanê me û ayînên me yên halayî jî dike.”
Mîran Mêrdîn diyar kir ku şehîdên Kurdistanê ji ciwanên Kurd re talîmat in û wiha got: “Em weke ciwanên Kurd erk û wezîfeyên ku ji me re hatine dayîn bi cih bînin.”
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaî Reber APO’ne”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.