EDENE – Li navçeya Seyhanê bi daliqandina wêneyên Rêber APO daxwaza azadiya wî hate kirin.
Li hin taxên navçeya Seyhan a Edeneyê dîwar û stûnên ceyranê bi wêneyên Rêber APO hatin xemilandin. Bi wêneyên ku di çarçoveya aktîvîte û çalakiyên kampanyaya “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatin daliqandin re daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO hate kirin.
Di wêneyên ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatin daliqandin de bi gotina “Ji bo azadiya Rêber Apo rabe gelê Kurd” ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO banga çalakiyan li gelê Kurd hate kirin.