NAVENDA NÛÇEYAN – MAK (Milîsên Azadiyê Kurdîstan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li Geverê endamên tevgera taybet ên ji bo piştgiriyê hatibûn qereqolê gulebaran kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek tîmên tevgera taybet birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Mîlîsên MAK’ê li Geverê endamên tevgera taybet ên ji bo piştgiriyê hatibûn qereqola polîsan gulebaran kirin û gelek dagirker birîndar bûn.
Dem dema pîrozkirina azadiyê ye li ser dîwarên Amedê bi Rêber APO re ku bi komployeke dijmirovahî hat girtin û bi salan hat tecrîdkirin. Em bang li we dikin ku hûn tevgera azadiyê hembêz bikin û dîwarên metînger ên Îmraliyê hilweşînin, da ku di vê dîlana azadiyê de ku mîrateya hemû şehîdên me yên leheng e, li hev bicivin. “