BERLÎN – Jinên ciwan ên enternasyonalîst ên ku li paytexta Elmanya Berlînê hatin cem hev, ji rêza “Navê Wê” ya Awazê Çiya pêşandana dansê kirin.
Jinên ciwan ên di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de govend gerandin, bi daxuyaniyekê dest bi dîlanê kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de; Her wiha hate destnîşankirin ku ev zêdeyî 43 meh in tu agahî ji Rêber APO nayên girtin, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO, bang li saziyên rayedar hate kirin ku erka xwe pêk bînin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst a li Bakurê Kurdistanê û wiha hat gotin: “Her hefte kesên ku cil û bergên gelêrî yên Kurdî li xwe kirine, stran gotine û stranên Kurdî guhdarî kirine, bi ‘gumana terorê’ tên girtin. Herî dawî jî li dijî navendên zimanê kurdî êrîş pêk hatin û hatin girtin. Em van êrîşên li ser civak û çanda Kurd protesto dikin, ji ber vê yekê em bi vê çalakiya hunerî re hevgiriya xwe nîşan didin.”
Dansa ku ji aliyê jinên ciwan ve tê lîstin di heman demê de bi hêza ciwanan azadiya jinê ji bindestiya baviksalarî jî şematîze dike. Her wiha bi dîlanê çîroka tevgera azadiya jinên Kurd vedibêje.
Jinên ciwan li gelek qadên gel ên bajêr pêşandanên xwe li dar xistin.