HELEB- Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber APO ku bi pêşengiya endamên Meclîsa Ciwanên PYD’ê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) li bajarê Helebê û bi beşdariya hemû ciwanên Helebê hate lidarxistin, bi meşeke meşaleyî hate protestokirin.
Bi sedan ciwan bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok APO” pankart û meşaleyên di destên xwe de bi yek dengî meşiyan.
Meş ji ber Meclîsa Ciwanan destpê kir, li qada Zeytîn a Eşrifiye bi dawî bû.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Reşe Mihamed li ser armanca çalakiya li dar xistin axaftinek kir.
Di axaftina Mihamed de ev xal hatin diyar kirin: “Bi berxwedana ciwanan em ê pergala emperyal têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin. Û em ê komploya navneteweyî ya li derveyî mirovahiyê pûç bikin. Em weke ciwanên PYD’ê komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêberê xwe de li dijî gelê Kurd hatiye kirin ti carî ji bîr nakin. Ya yekem em ê bikin ew e ku em xwe li gorî fikir û felsefeya Rêber APO bi rêxistin bikin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û cîhanê dikin ku li dijî pergala dîktatoriyê têbikoşin û bi awayekî netewa demokratîk xwe bi rêxistin bikin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşma “Bijî Serok APO” bi dawî bû.