NAVENDA NUÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xebatên giring û bi bandor dide meşandin. Hertim jî navenda xebatê Jinên Ciwan dayîna jiyankirina felsefeya Rêber APO ye. Ji bo vê jî dema di adara 2023 Komalên Jinên Ciwan li çiyayên azad hemleya nû ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ ragihand, bi ços û moralekê mezin Yekîtiya Jinên Ciwan jî tevlîbûna xwe di vê hemlê de ragihand. Hedefa serekê ya hemleya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Di her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpa di bin navê vê hemlê de jinên ciwan xebatên giring didin meşandin.
Ji bihara 2023 heya havînê Jinên Ciwan bi çalakiyên cûr bi cûr di nava têkoşînê de ne. Ji meş û semîneran bigre, heya civin, komxebat û konferansên berfireh, xebatê Jinên Ciwan bi awahiyek renglî hatin meşandin. Dema di 9’ê cotmehê ji aliyê dostên Kurdan û rewiyên têkoşîna azadiyê kampanya ‘’Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirekê Kurd re çareserî’’ hat ragihandin, Yekîtiya Jinên Ciwan jî bi erka xwe ya pêşengî rabû û erka dewamkirin û hemlê gihandina hedefa xwe hilgirt li ser milên xwe. Carekê din fikre Rêber APO dike navenda hemû xebatên Jinên Ciwan. Bi tempoyekê bilind û tevgerekê zedê jinên ciwan derketin qadan. Di gelek bajaran de Jinên Ciwan meşên girseyî li dar xistin.
Di çarçoveya hemleya ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ de gelek plansasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO hatibûn diyarkirin. Taybet di derbarê em çawa dikarin fikre Rêber APO bidin jiyankirin de gelek pêşniyar û fikrên nû hebûn. Jinên Ciwan li hemû qadan grûpên xwendinê dabûn avakirin û bi awahiyekê dûzenlî pareznameyên Rêber APO xwendin.
Xebatekê nû û gelek bi bandor ku Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya vê hemlê li darxist Forûma 5 Rêgezên Bîrdoziya Azadiya Jinê li Reqa bû. Di forûmê de her 5 Rêgezên Bîrdoziya Azadiyê Jinê bi kûrahî hatibûn niqaşkirin. Di 8’ê Adarê de Rêber APO ev rêgez diyarî hemû jinên azadîxwaz a cihanê kirbû. Niha Jinên Kurdistanê û Jinên di giştî cihanê de derdorê vê bîrdoziyê kom dibin û têkoşîna xwe berfireh dikin. Li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Jinên ciwan tevlî forûmê bûn. Ji netewên ermen, asûriyan, ereb û kurd jinên ciwan tevlî bûn. Di heman demê de Jinên Ciwan ên Şengalê, Lûbnanê û Şamê li ser înternetê tevlî forûmê bûn.
Sala 2023 ber bi dawî ve diçe, berxwedana gerîla gihiştiyê lûtkeyê, hemleya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO di çar aliyên cihanê de belav bû. Li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê meşa direj a ciwanan hat li darxistin. Bi yek dengek bilind ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO bang kirin. Ji Qamişlo heya Derîkê meşiyan û hemû kolanan ku tê da derbas bûn bi xwe re diheriqînin. Jinên Ciwan jî bi coş û moralekê mezin tevlî meşê bûn.
Akademî û perwerde xwedî rolekê serekê di avakirina kesayetên jinên azad de dileyzin. Ji ber vê jî hertim Jinên Ciwan xebatên xwe yên perwerde dewam dikin. Di qadan de qampên heftanê hatin vekirin. Perwerdeyên vekirî û semîner tîmî hatin dayîn. Di heman demê de jî her dem Akademiya Ş. Jiyan Amara, akademiya navendî ya Jinên Ciwan, hat vekirin. Bi zimanê erebî û kurdî hercar dewre kom bûn û 45 rojan perwerdeyê xwe dîtin. Ev Akademî dike armanc ku jinên ciwan bi hişmendiyekî hişiyar, zekî û azad ava bike. Di vir de jinên ciwan ên ku di xebatan de dikarin rolekê pêşeng bileyzin tên amadekirin.
Sala 2024 bi enerjiyekê nû despê kir. Dewleta tirk a dagirker disa bi awahiyekê berfireh êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev êrîşekê li ser hemû destkeftiyên şoreşê ne ku bi fikre Rêber APO hatin bi destxistin. Li hemberî vê Jinên Ciwan nerazîbûna xwe nişan dan û li hemberî hemû hewldanên tirsandina civakê bi reflexsekê xurt xebatê xwe berdewam kirin. Bersiva Jinên Ciwan ji bo êrîşên dewleta tirk a dagirker, bangawaziya azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Li Kobanê Xwendekarên Jin meşek girseyî lidarxistin.
Di civinê xwe yên salanê de Jinên Ciwan pirsgirekên kar û xebat û kemahiyên xwe di pêşxistina hemle de niqaşkirin. Tabeyt ji bo hemle gihandina hedefa xwe gelek rexne, peşniyar û plansasî derketibûn pêş. Di hemû qadan û hereman de Yekîtiya Jinên Ciwan civinên xwe yên salanê pêkanî.
Meha sibatê meha komplo ye. Ji ber vê jî Jinên Ciwan li herderê hersa xwe veguherandin enerjî ji bo xebatên xwe kurttir bikin. Di hemû qadan de Jinên Ciwan rastiya Komplo didin nasîn. Broşur hatin belavkirin, semîner hat dayîn, resîm li ser diwar hatin çekirin. Meşên girseyî hatin lidarxistin. Di gelek bajaran de grupên xwendinê yên Pareznameyên Rêber APO dewam dikin û gelek cihan de grupên nû hatin avakirin.
Li herem Cizirê bûsa gerok a pirtûkxaneya Rêber APO hat gerandin. Bûs li Dirbesiyê, Qamişlo, Hesekê, Girkelegê, Tirbespiyê û Derîkê sekînî. Di bûsê de pirtûkên Rêber APO bi zimanên kurdî û erebî hebûn. Dema bûs sekînî standa pirtûkan hat danîn û pêşengehekê bi suretên Rêber APO ji zaroktiya wî heya suretê Rêber APO ya herî dawî. Di heman demê de li her cih ku bûs lê sekînî jinên ciwan şanoyek li ser Komplo pêşkeş kirin.
Ji bo bonyea 8’ê Adarê Jinên Ciwan disa bangawaziya Azadiya fizîkî ya Rêber APO dikin. Yê ku reya azadiyê nişanê jinê da Rêber APO bû. Ji ber vê jî û tayebt jî di roja jinên kedkar a cihanê de em lazime xwedî li Rêber APO derkevin. Li Hesekê meşekê li ser asta herema Cizirê hatibû hat li darxistin. Ji bo bîranîna Ş. Sara, Ş. Bişeng, Ş. Vejîn û Ş. Weid di meşê de suretên wan hatin hilgirtin.
Guhertina tarzê çalakiyan û afrînertî hertim jî encamên nû bi xwe re tîne. Di çarçoveya hemlê de Jinên Ciwan di bin navê ‘’Hevbîna Xwebûnê’’ şewazê çalakiya nû pêşxistin. Ev çalakî 2 rojan li Reqa berdewamkir û xwedî bernameyekê gelekê dewlemend bû. Semîner, Fîlm, Leystok, bernameyên çandî û werzîşî, pêşbirk û şano hebûn. Jinên Ciwan ji gelek qadan tevlî vê xebatê bûn. Ev çalakî bi hedefa ku Jinên ciwan nasnameya xwe nas bikin hat lidarxistin. Di bin navê hevbîna xwebûnê de ev tê îfade kirin, ku em dikarin nasnameya xwe bi hevdûre nas bikin.
Konferansa ‘’Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De’’ di bin silogana ‘’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ li Qamişlo hat li darxistin. Di konferansê de rola Jinên ciwan di înşahkirina pergala netewa demokratîk hatibû niqaşkirin. Ji gelek deverên cihanê Jinên Ciwan silavê xwe ji konferansê re rêkirbûn. Ji Misir, Kenya, Ewrûpa, Şengal û Başûr silav û nêrînên xwe bi dimen ji konferansê re rêkirbûn. Sinevisyon û semîner hatin pêşkeşkirin. Di encamnameya konferansê de gelek biryar ji bo xurtkirina xebatê komîn û meclîsan hatibûn girtin. Gelek peşniyar ku piştre di kongreya 5’êmîn a Yekîtiya Jinên Ciwan ketibûn meriyetê hebûn. Ji bo Ciwanên Kenya peyama silavdayînê şandin. Beriya vê Ciwanên Kenya tevlîbûna xwe ya ji bo hemleya ‘’Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirekê Kurd re çareserî’’ ragihandinbûn û di çalakiyên xwe de suretên Şehîd Sara û Şehîd Bişeng rakirbûn. Li ser vê esasê Jinên Ciwan bersiv dan wan û silavên xwe yên şoreşgerî ji Kenya re rêkirin.
Li Şehba Jinên Ciwan dest bi xebatên koperatîfan kirin. Li Şehba jinên ciwan erdekê meyze kirin û di vir de nok çandibûn. Hemû Jinên Ciwan bi hev re lê meyzekirin û dema komkirinê hemû bi hev re çûn nok komkirin. Berhemên vê jî ji bo xebatê xwe yê rêxistinî xurttir bikin bikaranî. Pêkanîna paradigmaya Rêber APO esasê ji bo pêkanîna azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Pergala Netewa Demokratîk, ku li ser 4 lingan Komîn, Meclîs, Akademî û Koperatîf xwe ava dike, lazime em di nava civakê de pêk bînin.
Hertim jî xwendina pirtûkên Rêber APO hat berdewamkirin. Li Kobanê û Hesekê Jinên ciwan xêzeromana bi navê “Azadî dê bi ser bikeve – Bi Xet û Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan” xwendin.
Jinên Ciwan ên PYD civina berfireh a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê lidarxistin. Di bin dûruşmeya ‘’Rêxistin û parastina Jinên Ciwan misogeriya azadiya civakê ye’’ endamên Jinên Ciwanên PYD kom bûn û xebatên xwe yên 2 salan nirxandin. Disa jî navenda hemû niqaşan têkoşîna ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO bû. Jinên Ciwan ên PYD jî bi awahiyekê çalak tevlî hemle ji bo Rêber APO bûn. Gelek semîner hatibûn dayîn, perwerde hatibûn vekirin. Li ser tecrîd û fikrê Rêber APO komxebat hatibûn lidar xistin.
Li Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwan Kongreya xwe ya 5’êmîn li dar dixe. Beriya vê di hemû qadan da Jinên Ciwan hazirtiya xwe kirbûn, civin lidarxistibûn, berdefekên xwe diyar kirin û meclîsên jinên ciwan rêxistinkirin. Li ser vê esasê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê derbasî kongre bûn. Di kongre de xebatên Jinên Ciwan ên 2 salan hatin nirxandin. Gelek rexne, rexnedayîn û pêşniyar derketin pêş. Mecîlsa Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat hilbijartin. Li ser esasê nûbûnê û pêkanîna paradigmaya netewa demokratîk Kongre bi serkeftî hat bi dawîkirin. Jinên Ciwan dikarin çawa bi rola xwe ya pêşeng di têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO rabin di kongre de hat diyarkirin. Perspektîfekê zelal ji bo xebatên pêş hatibû diyarkirin.
Herema Cizirê li Qamişlo, Heremên Rizgarkirî li Reqa meşekê navendî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO li darxist. Li Dirbesiyê jî meş hebû.
Di bin navê ‘’Çîroka min çîroka herkesî ye’’ li Şehba û Helebê komxebat hatin lidarxistin. Her car bi dehan jinên ciwan tevlî komxebatan bûn. Sinevisyon li ser bîranînên bi Rêber APO hatin temaşekirin û niqaş pêşketin. Despêkê zaroktiya Rêber APO hate vegotin û piştî vê ev pirs hatin pirsîn: “Rêber APO çima dibêje ‘Çîroka min çîroka herkesî ye’?” û “Çima azadî ji zaroktî despê dike?” Bersiva van pirsan bi kûrahî hatin nîqaşkirin û nêrînên gelek dewlemend derketin holê.
Di bin navê ‘’Bîranînên bi Rojê’’ de jinên ciwan rojekê bi Rêber APO re derbas dikin. Komiteya Perwerde Jinên Ciwan û Komiteya Jineolojî Ciwan çalakiyekî hevpar li dar xistin. Beriya demekê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyek xwe ya televisyonê de banga jinên cihanê kir û got “Em di bin navê ”Li Sifreya Rojê ” de li herderê çalakî li dar bixin. Di van çalakyan de an jî sofreyan de emê rojekê bi Rêber APO re derbas bikin. Bibin mevanê sofreya Rêber APO. Bikevin nava felsefeya Rêber APO.” Li ser esasê bangawaziyan, Jinên Ciwan ev çalakî li dar xistin. Cara despêkê li Tebqa çalakî hat çekirin. Piştre li Hesekê û Qamişlo jî hat çekirin.
Şoreşa Jinê deng dide car aliyên cihanê. Li herderê Jinên Ciwan gotina ‘’Jin Jiyan Azadî’’ dikin silogana xwe ya têkoşînê. Li Hindîstanê meşên girseyî çebûn, li Belûçistanê Jinek Ciwan bi navê Mahal Belûç navê xwe kir Zîlan Kurd û ji bo rizgarkirina welatê xwe çalakiya fedayî pêk anî. Ev diyar dike, çiqas fikre Rêber APO belavî cihanê dibe û hemû gelên bindest vê ji xwe re dikin bingeha têkoşîna xwe. Jinên Ciwan jî bi boneya salvgera qetilkirina Jîna Emînî wan çalakiyan û jinên ciwan ên berxweder li cihanê silav kirin. Li Qamişlo xwendekarên jin bîranîn li dar xistin, li Hesekê jî Jinên ciwan navenda xwe ya yekêmîn vekirin û tê de pêşengeha suretên jinên tekoşer çekirin.
Ji bo salvergera yekêmîn hemleya ‘’Ji Rêber APO re azadî, ji Pirsgirekê Kurde re Çareserî’’ Jinên Ciwan disa jî bi heman enerjî di nava tevgerê de ne.