AMED – Ciwanên Welatparêz ên Amedê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO û çareseriya siyasî ya li ser gelê Kurd bi nivîsandina li ser dîwarên kolanan ji bo “Mîtînga Azadiyê” ya di 13’ê Cotmehê de bê lidarxistin, bang li raya giştî kirin ku tevlî mîtîngê bibin.
Ciwanên Amedê di çarçoveya bangawaziya “Mîtînga Azadiyê” ya mezin a di 13’ê Cotmehê de bê lidarxistin, li navçeya Sûrê li ser dîwarên kolanan dirûşmeyên cuda nivîsandin. Ciwanan bal kişandin ser mîtînga ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd tê lidarxistin, bi îfadeyên “Rabe dem dema serhildanê” û “Derkevin kolanan, tecrîdê bişkînin”.
Bi van nivîsan ciwanan bang li gel kirin ku beşdarî mîtînga 13’ê Cotmehê bê lidarxistin bibin. Mîtîng di çarçoveya hemleya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tê organîzekirin.