RAPPERSWIL – TCŞ (Tevgera Ciwan ên Şoreşger) û Komîna Gel a Şehîd Çiyager Hêvî, li herêma Rapperswil a bajarê Zurîh ê Swîsreyê standa danasîna fikrên Rêber APO vekirin.
Di çalakiyê de belavokên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û sîstema qirkirina Îmraliyê li raya giştî ya derdorê hatin belavkirin.
Standa ku ji bo 43 meh zêdetir agahî ji Rêber APO agahî nayê girtin xistina rojevê û fikrên Rêber APO ragihîne hate vekirin, ji aliyê gelên herêmê ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Jiyan Amed bal kişand ser girîngiya standa ku li ser navê TCŞ’ê vekirine û got, “Fikrên Rêber APO ne tenê ji bo me, ji bo gelên cîhanê jî xwedî girîngiyeke mezin in. “Em bi vê çalakiya xwe tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û bêdengiya saziyên wekî CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst eşkere dikin.”
Jîyan Amed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst bi malbat û parêzerên xwe re nahêle bi kesî re hevdîtinê bike, hewl dide Rêber APO ji cîhanê dûr bixe. Lê ew nikare fikrên Rêber APO bide sekinandin. Em ê her tim li qadan fikrên Rêber APO belav bikin.”