HESEKE – Bi boneya nêzbûna salvegera 26’emîn ê 9’ê cotmehê 1998’an, rojê ku Rêber Apo di encama komployê navnetewî de ji Sûriyê ber bi Ewrûpa ve derket, Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ê Sûriyê meşekî girseyî û dirêj li bajarê Heseke li darxist, di çarçoveyê hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de.
Bi sedan xwendekarên dibistan û zanîngehên ji gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiyê bûn. Meş danê sibê li ber çarxereya Îtfayiyê dest pê kir û heya ber bi êvarê 15 kîlometer berdewam kir. Xwepêşandan piştî zêdetirî 6 saet li Goristana Şehîd Dijwar bi dawî bû.
Alên Yekîtiyê Xwendekaran û al û pankartên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo hatin berz kirin.
Dema meş gihêşt Pakrewangeha Şehîd Dijwar, berdevka Yekîtiya Xwendekaran a Qamişlo a bi navê Ciwan axivî û komployê navnetewî şermezar kir.