TEBQA- Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO meşek li bajarê Cirniyê li dar xist.
Bi dehan endamên desteyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl tev li meşê bûn û ji pêşiya avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir.
Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Cirniyê bi dawî bû. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Ala Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hate gotin: “Komploya Navneteweyî Rêber Apo kir kesayeteke dîrokî li ser asta cîhanê. Rêber APO karibû siberojê bixwîne û çareseriyan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Her wiha li şûna modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşkêş kir.”
Di daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.