HESEKÊ – Bi boneya nêzbûna salvegera 26’emîn Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê, rojê ku Rêber APO di encama komployê navnetewî de mecbûr ji Sûriyê derkeve. Li ser vî esasê di çarçoveyê hemleyê navnetewî ya”Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ê Sûriyê ji bo protestokirina komplo i bajarê Hesekê meşekî girseyî li darxistin. Bi sedan xwendekaran ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî meşê bûn.
Endamên Yekîtiya Xwendekaran bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn û diyar kirin ku ev meş weke bersivekî li hemberî komployê navnetewî li ser Rêber APO hatiye kirine. Her wiha dan nîşan kirin ku divê hemû ciwan û xwendekar ji bo azadiya fîzîkî ya Serokê xwe tekoşîn bikin, û çalakiyan li darbixin.