SAQIZ- Weke ku tê zanîn di salvegera 15’ê Îlonê ya Serhildana “Jin Jiyan Azadî” de û salvegera şehadeta endamê Koordînasyona KCR’ê Şehîd Tolhildan Qendîl, KCR’ê bi dirûşma “Dema Tolhildanê” pêngavekî da destpêkirin li dar xist.
Li ser vê esasê Înîsiyatîfa Ciwanên Tolhildêr li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber APO çalakiyek li dar xist.
Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de ciwanan posterên Rêber Apo daliqandin.
Ciwanan dan diyar kirin ku heta ku azadiya fizikî ya Rêber APO dest nexin wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.