MEXMÛR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê di çarçoveya têkoşîna li dijî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber APO, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve rêzeçalakî hatin desptêkirin. Wê ev rêzeçalakî sê rojan bidome, di van rêzeçalakiyan de wê sînevîzyon, semîner û daxuyanî werin dayîn.
Bernameya çalakiyê li Navenda Tevgera Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Rêzeçalakiyê bi sînevîzyona ku li ser komploya 9’ê Cotmehê hatibû amadekirin destpê bû.
Her wiha piştî sînevizyon qediya, di dawiyê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.